Gelê seranserî Îrana îslamî Lebeyk da peyama Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û weke salên berê bi beşdariya xwe ya bicoş di meşa Roja Cîhanî ya Qudsê da, kîn û nefreta xwe ji Rejîma Siyonîst a pîs, nefretlêkirî û zarokkuj diyar kir.
Komên cûrbicûr ji xwendevan û xwendekaran bigire heta karmend, pêşekar û berpirsên welêt beşdarî vê rêûrisma bicoş bûn.
Welatiyên birojî yên bawermend û sozdarê pergala Welayeta Feqîh dirûşmeyên dijî istikbarê bilind kirin û daxwaza azadkirina Qudsa pîroz kirin.
Hêjayî gotinê ye, îro 14ê Nîsanê hevgavê 23yê Remezanê Roja Cîhanî ya Qudsê ye.
Dawîn Înîya meha bimbarek a Remezanê li gorî destpêşxerîya Imam Xumeynî (RE) xîmdanerê Komara Îslamî ya Îranê, Roja Cîhanî ya Qudsê hatîye binavkirin.
Piştî ku dawîn Înîya meha bimbarek a Remezanê wek Roja Cîhaîn ya Qudsê hat binavkirin, gelên misilman bi çavê pêwîstîyekê li meseleya Filistînê di çarçova piştgirîya ji gelên zilimlêkirî mêze dikin.
342/