‘Idrîs Şeban’ endamê PDK’yê bi gotina vêya ku hemî saziyên ewlehî, leşkerî û xizmetguzariyê li parêzgeha Silêmaniyê ji aliyê YNK’yê va tên birêvebirin, got: Gişt derhatên darayî yên têkildarî derbasgehên sînorî, bac û sermal û baca gumrikê yên parêzgeha Silêmanîyê li gorî amara gelheyê radestî Xizîneya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê nayên kirin.
Hêjayî gotinê ye hevdu-tawanbarkirina du partiyên serdest li Herêma Kurdistana Iraqê vê dawiyê û nemaze piştî êrîşa ser balefirgeha navneteweyî ya Silêmaniyê û tawanbarkirina PDK’yê ji aliyê Yekitîya Niştîmanî va bi hevbendiya digel Tirkiyê di vê êrîşê da, gurrtir bûye.
342/