AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Abna
în

3 sermawez 2017

12:46:29
864285

Pêşwazîkirin û xwedîderketina li meşa erbeînê ji hêla gel ve, mucîzeya sedsalê ye

Nûnerê Meqamê Uzmayê Rêberîyê li Iraqê Ayetullah Seyîd Mucteba Huseynî di civîna mubellîxên Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) de axifî û pêşwazî û xwedîderketina li meşa erbeînê ji hêla gel ve, wek mucîzeya sedsalê bilêv kir.

Abna / Li berderê merasîma erbeîna huseynî û di demekî de ku ev merasîma mezin her ku diçe nêzîktir dibe de, konferansa erbeîna mubellîxên Iraqî ya Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) li danê sibeya yekşema bihorî li bajarê Necefa Eşrefê li dar ket.

Rêveberê ofîsa Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a)li Necefa Eşrefê Hucetu-l Îslam Behbehanî, di destpêka vê civînê de hin tewsiye li mubellîxên Komgehê kirin û diyar kir: Divê girîngiya nimêja li serê wextê û hîcap û dawpakîyê bi bîra ziyaretvan û şîndaran were xistin û her wiha plangerîyên îstikbara cîhanî û xanedana Siûdî li navçeyê ji bo ziyaretvanan bête îzeh kirin.

Behbehanî, bi berdewamî got: Ez ji mubellîxan dixwazim ku tehlûke û metirsîyên êrîşa çandî û fikrî ya Rojavayê (Xerbê) ji ziyaretvanan re vebijin û şik û pirsên wan bibersivinin. Mubellîx divê bi hilbijartina mewkibên li ser rêya ziyaretvanên erbeînê ne û yarmetîgirtina ji kesên berbijar û bi dilên xwe ne, broşûrên çandî yên Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) li nava ziyaretvanan belav bikin.

Nûnerê Meqamê Uzmayê Rêberîyê li Iraqê jî di axeftina xwe ya di civîna mubellîxên Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) de pêşwazîya gewre ya gel li meşa erbeînê, wek mucîzeya sedsalê bi nav kir û diya kir: Ev meş bûye baîsa hezkirina ji hev û hevgirtin û yekîtîyê û em dibînin ku heta kesên xeynî-misilman yên wekî fileyan û îzedîyan jî sewa ziyaretvanên erbeînê, mewkib û westgehan ava dikin.

Ayetullah Huseynî, li ser taybetî û xisûsîyetên serhildana Îmam Huseyn (a) jî got: Ev serhildan despêkek e ku dawîya wê nîne. A ji ber vê yekê ye ku dijmin ji serhildana Îmam Huseyn (a) ditirse û hewl dide ku îxtilaf û dubendîyê têxe nava me û divê em xwe jê biparêzin.

Sekreterê Navenda Erbeînê ya Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) Hucetu-l Îslam Seyîd Muhamed Riza Alê Eyûb jî li beşa dawî ya konferansê axeftin kir. Wî, amaje bi belevokên Komgehê yên têkildarî erbeîna Huseynî, diyar kir: Yek ji çalakî û xebatên hane, nivîsîn û weşandina broşûran e ku mijarên wan li gorî pêdîvîyên îro yên civka Iraqê hatine hilbijartin.

Serokê Dezgeha Lêkolînê ya Komgehê, wiha dirêjayî da axiftina xwe: Ev broşûr li gorî hedîsên Ehlê Beytê (a) hatine tenzîmkirin û ji bo nivîsîn û tedvîna wan, kedeke mezin hat dayîn. Lewma em ji mubellîxan dixwazin ku di belavkirina broşûrên Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) de bi baldarî tevbigerin û her wiha pêşniyarên xwe ji bo çêtirkirina hewldanên Komgehê di vî warî de raber bikin.