2 February 2024 - 16:09
Mewlana Xalid-î Kurdî Jiyan û Berhemên wîJiyan û berhemên murşîde kamil seyda Mewlana Xalid-î Kurdî Şehrezorî

Gelek pirtûk û keşkol li ser keşf û keramet, payedarî û zanyariya Mewlana Xalid bi zimanê erebî û yê farisî hatine nivîsandin. Herweha pir kesan jî li serê lêkolînên hêja kirine. Hin ji wan kesan ev in li jêrê.

  Xalidê Kurdî yê Şarezûrî murşidekî kamil, xwenasekî bêlef, xweşpeyvekî zanayê hazicewab, mirovekî kûrgerm, zatekî xwedanbereket, herweha bi bîr, bi hiş û aqildar, bi peyvzan, ciwanekî xwînşêrîn, pisporekî hunermend, tevdezanekî bîrewer, herweha helbestvanekî Lahûtî bûye. Herweha hîmdar û Şêxê duyemîn ê rêçika Nexşebendî jî bû. Gelek mirîd û peyrewên Mewlana li Kurdistanê, xasma li bajarê Şehrezûr û Silêmaniyê, herweha li Tirkîyê, li Îraq û Îranê hebûne. Ji ber hindê nasnavê Diyaudîn (Ruhniya dîn) û Qutb-ul ´Arifîn (Mezinê zaneyan) jê re rewa hatibûne dîtin. Lê zêdetir ew li Kurdistanê bi şahê Nexşebend tê binavkirin.


Mewlana Xalid di 1773-an (1193) de li gundê Qeredaxa grêdayê bi Cafê ve hatiye dinyayê û di 1826-an (1242) de, 16-ê Zilqe´ideyê şeva înê di navabera mexrib û ´eşayê de li şamê, li Taxa Salihiyeyê, ji nexweşîna Ta´ûnê çavên xwe ji jiyanê girtine.


Di 1842-an de bi fermana Siltan Ebdulhemîd kumbeteke cuwan li ser gora wî hatiye çêkirin. Ew Kumbet ji Kurd, Ereb û piraniya misilmanan re, herweha ji hemû peyrewên Rêçika Nexşebendî re devereke pîroz, giranbiha û qedirşinas e. Mewlana Xalid, pêşî li cem bavê xwe xwendiye. Piştre li ba Seyîd Ebdulkerîmê Berzencî, li ba Mele Salih Termarî û li ba zanatirê Kurdistanê Xerîkî xwendina zanistî, zanyarî û zanîna îslamî, îlmê Hîkmet û Kelam xwendine. Piştre çûye bajarê Sineyê di zanistiya Îctîhad, şerîet, Usûla îmamê şafiî de ji serokê zaneyan Şêx Mihemed Qesîm şadetnameyeke payedar wergirtiye. Mewlana piştre çûye bajarê Silêmaniyeyê ders daye feqiyan, herweha bi têgihandina kurdperweriyê jî kamil bûye.

Profesor Qanadê Kurdo, li ser Mewlana Xalid nivîsiye, ku: Kamûran Bedirxanê rehmetî di pirtûka xwe ya bi navê "Fêrbûna Zimanê Kurdî" de gotiye: Mewlana Xalid di Terîqeta Nexşebendî de şibha Xalidî daniye. Ji Kurdê Silêmaniyê ye. Di 1242-ên hicrî de li şamê miriye û li Çiyayê Çilyaran hatiye veşartin. Wî, dîwanek bi Kurdî nivîsiye. Kamûran Bedirxan helbesteke wî di pirtûka xwe de daye çapkirin. Profesor Kurdo jî, wê helbesta Mewlan ku ji 41 malikan hatiye holê, di pirtûka xwe de çap kiriye.

  Çi tedbîr, ey musulmanan
Kî men xudra nemîdanem

Ne tersa me, yahûdîyan

Ne gebr û ne misilman im

Ne berrî yem, ne behrî yem

Ne şerqî yem, ne xerbî yem

Ne ez erkanê tebhî yem

Ne ez eflaqê gerdan im

Ne ez ?în im, ne ez Hind im

Ne Bulxar û Maçîn im

Ne ez milkê Îraqê me

Ne ez xakê Xurustan im

Ne ez av im, ne ez ba me

Ne ez xak im, ne ez ateş

Ne ez dinya, ne ez ´iqba

Ne ez Fîrdewsê Ridwan im

Nîşan im, bê nîşan başed

Mekan in, Lamekan başed

Ne ten başed, ne can başed

Ne men ez canî canan im

Ne baba me, ne dada me

Ne ´ ema me, ne xala me

Li ser wechê çiraya me

Dikim îro di efxan im.

Basili Nikitin, di pirtûka xwe ya bi navê "Kurtler" de behsa hin navên Şêxan kiriye, ku çiqas tîna wan li Kurdistanê hebûye. Di rada yekemîn de navê Mewlana Xalid aniye zimên û domandiye: Bê ku li nav derwêşên Neşebendî roleke siyasî hebe, Mewlana Xalid tîneke giran daxistibû ser mirîdan. Ew, kurdekî ji rêzê yê li herêma Şarezorê bû. Piştî xwendina medresê, bû mele û li Silêmaniyê dersdarî kir. şevekê di xewa xwe de dibîne ku, Şêx Evlahê Dehlewî dibêje: Ya Xalid, here Hecê. Tu yê li Ke`beyê derwêşekî di şûfê min de bibînî, ku ji xwe sipiyan seh dike. Tu, ji wê rewşa wî zêvir nebî, tenê bi guşekî ebaya wî bigre û bihejîne. Ew, bo tiştên ku tu dixwazî dê ji te re bibe alîkar." Lê Mewlana hîç guh nade wê xewnê û jibîr dike. Di 1220î (1804), de Mewlana çaxê di riya Mûsilê re çûye Hecê, pêşî çûye Şamê ba Şêx Mistefayê kurê Mihemed Kurdî û Şêx Mihemed Kezberî, hindî mebest di ´Ilmê Hedîs û ´Ilmê Qur´anê de pirs ji wan pirsîne, hêj çûye Medîneyê.


Mewlana Xalid li ber Ke´beyê derwêşekî dibîne, ku ji ebaya xwe sipiya digire û dikuje. Îcar ji ber ku navekî Ke´beyê "Beyt-ul Heram" e, yanî li wir kirina hin tiştên helal jî heram e weke kuştina sipiya û gwd. jê hêrs dibe û wî haydar dike. Lê Derwêş dibêje: Ya Xalid. Ma te wê xewna ku dîtibû, jibîr kiriye? Haniha eger tu neçî Dehlê, bo te riya felatê dirêj dibe.

Mewlana Xalid dema li Hecê bûye, vê helbesta li jêrê bi zimanê xwe yê netewî li ser Mihemed Pêxember ristiye:

Ha miseran neseb, ha miseran neseb
Mehbûbim, henşayê ´alîneseb.

Îsmeş Muhemmed, Qureyşî û Ereb

Edaş namîne kenaçeyê Weheb

Temamî ´umruş şeşsed û sê salen

Bab û bapîriş bê terz û halen:

Ebdulla, Ebdulmutelib, Haşim

Ebdulmenafen, bizaneş lazim

Ne tûta û ne berz, sipî û gendimgûn

Ne kewten sayeş, ne rûyî dinya dûn

Be weledî biyen ce Mekkeyî enwer

Çil sal çagemend bî be peyxember

We sêzdeyî henî ew xworcemîne

Rahî bî, koç kerdeşî we Medîne

Ço ge muqîm bî ta mudeyî deh sal

Mergişpeyî amace alayî bêzewal

Berşîce dinyayî fanî bê binyad

Ebleh kesê wen dil pêş kerr û şad

Sed û bîst û çar hezar pêxember e

Sêsed û sêzdeh resûlên rehber e:

Îbrahîm û Nûh, Mûsa ûlul´ezm

Îsa û Muhemmed bizaneş we cezm

Seyîdulkewneyn,xetmulmurseln

Ce masîwa heq bihter cegerdîn.



Ev helbesta Mewlana Xalid a li jêrê jî, li ser evînê hatiye nivîsandin:



Dîsa diyarê dilberê wek meş´elîstan da diyar
Nûr bûn le ser Kûyê Uhud, tomar be tomar aşîkar

Xweş xweş nesîmê ´enberîn, bênxweş dekatin ser zemîn

Ema nebûyî ´enberîn, ya nafe yî mişkî Tetar

Bêwade îmşew roj helat, ya nûrî canan sat be sat

Rewşen dekatin ser bîsat (fîlleylî yûlîcun`nehar)

Pir bû le nûr deştî feqa, go ya hebîbî xweş lîqa

(Leylen ´elessel´î irteqa, mîn nûrîhî ilqa´û îstîna).


Mewlana Xalid di Heca xwe de gava çûye bajarê Medîneyê jî, vê helbesta li jêrê nivîsiye:

We ewdal nekem, we ewdal nekem
Ta key xwem çun Qeys we ewdal nekem

Bazuwê derwêş im pir xerxal nekem

Poşakê ce lonik şa desmal nekem

Çenî deyriyan mal be çol nekem

Tehsîlî rûzî be keşkol nekem

Fenayim be xak sehrayî ber nekem

Bew kanî û sêlaw dîdem ter nekem

Bêx rêşey nexl zewqim pey nekem

Çargoşey cîhan mesken tey nekem

Perê bext wêm xak we ser nekem

Ya men ho pey sed Skender nekem

Ce qewm û eşîret xwom bêzar nekem

´Ezm we ey Kabil û Qendehar nekem

Xalid, bê refîq roj we şew nekem

Çûn tav awan terkî xew nekem

Piştî vegera Mewlana ji Hecê, Mîrze Rehîm Ellahî digel Derwêş Mihemed têne Silêmaniyê. Mewlana ew herdu dihinêre Hindistanê ba Şêx Ebdullah Dehlewî. Piştre çûna herduyan, riya Hindistanê ketiye ber Mewlana jî. Pêşî ew çûye bajarê Sine, ji wir çûye Hemedanê û çûye Tehranê. Li Tehranê Mewlana bi Şêx Smayîlê Kaşî re dîdar bûye û pê re munazereyeke zanistî kiriye. Di encama niqaşê de, Şêx Smayîl xwe ji Mewlana kêmtir dîtiye û ew ji xwe zêde mezintir zaniye. Mewlana ji Tehranê di Xerqan, Bestam, Semnan, Neyşapûr û Tûsayê re çûye Meşhedê, ji wir çûye Gelko ba Hezretî Îmam Reza. Li wir helbesteke cuwan bi zimanê farisî di pesnê Îmam Reza de honaye. Mewlana ji wir gava çûye Qendehar û Xezneynê, êdî ketiye bîr û baweriya niştîmanî û helbesteke nazenîn li ser Kurdistanê nivîsiye:

Xalida! Ger nîstî dîwane û sehra nûred
Tu kuca û kabil û ´eznîn û xak Qendehar?

Le paşan erwa taegate Dehlî

Cîhan abad, lew maweyî wa!

Mewlana li Hindistana Ebdullahê Dehlewî bûye, dîroka bîr û rayê Ciya Ciyayan nivîsiye. Mewlana li wir pir maye û di rêçika Nexşebendî de şixuliye, ta ku xelîfetî ji Şêxê xwe Dehlewî stendiye. Û di 1808-an de şûnde vegeriyaye hatiye Kurdistanê. Li bajarê Sineyê maye heta dersdarê wî Şêx Mihemed Qesîm jî ketiye Rêçika Nexşebendî. Piştî demekê Mewlana ji Sineyê çûye Silêmaniyê û li wirê rûniştiye.

Mewlana Xalid di demekê de ji Silêmaniyê çûye Bexdadê û pênc salan di Tekya Qadirî de maye, dîsa şûnde vegeriyaye Silêmaniyê. Herweha di Îrşadê de pir xebitiye. Pir kes bûne peyrewê wî û xişmeteke giran ji mirîdan bi ser ve hatiye. Ji wir Mewlana dîsanê vegeriyaye Bexdadê û li Fêrgeya Îhsaniyeyê rûniştiye.

Mewlana çaxê Tekya Xalidî li Bexdadê vekiriye, gelek kesên zana, menşûrên Ereb, maqûlên Kurd lê kom bûne, Rêçika Nexşebendî pejirandine û bûne peyrew û mirîdên wî. Di wî çaxî de du mîrên Mîrektiya Baban Mehmûd Paşa û Evdirehman Paşa çûne Bexdadê û hêvî ji Mewlana kirine ku ew dîsa vegere Silêmaniyê. Lê ew çax li herêma Silêmaniyê Rêçika Qadirî pir xurt bûye û destûr nedaye ku Mewlana here li wir Tekya xwe veke û rêçika Nexşebendî berfireh bike. Îcar Mewlana xelîfê xwe Seyîd Taha Şemdîzî hinartiye bakûrê Kurdistanê û xelîfê xwe Şêx Ehmed Hewlêrî jî hinartiye Şamê. Li Şamê di demeke kurt de Rêçika Nexşebendî xurt bûye û Mewlana jî çûye wire, dest bi xebatê kiriye, ta ku lçûye ber dilovaniya Xwedê.

Mewlana Xalidê Kurdî di şan û nîşana xwe de navûdeng dabû û li serê pir hatiye nivîsandin. Hin ji wan kesên menşûr ku li ser Mewlana nivîsîne ev in:

Berkûlî di Dîwana helbestan a bi nave Mîssbahud`dîwan de nivîsiye ku: Helbestên xarîqul ´ade yên Mewlana, wek dîwan li Îranê çap kiriye. ´Ellame Dawid di pirtûka El T´erîf de nivîsîye ku ´Ellame Mela Mihemed Qizilcî yê mezintirîn miftiyê Bexdadê gotiye: Mewlana Xalid bi zimanê kurdî, farisî û erebî dîwaneke helbestan nivîsiye. Û li Astanê bi fermana padîşahê wextê çap bûye. Mewlana Xalid ji Se´îdê Larî û ji Hafizê Şêrazî mezintir û zanatir bûye. Kovara Gilawêj di 1943-an û Mêjûyî Xulasey Kurd û Kurdistan Cildê Yekem di rûpela 365-an de nivîsîne ku: Zanayê navdar M. Emîn Zekî Beg weha gotiye: Mewlana Xalid di 1197-ê hicrî, 1783-ê Mîladî de li gundê Qeredax ji diya xwe re çêbûye, ji eşîra Pîr Mikaîl e. Ew li Cafê bûye navdarê bi Mikaîliyan.


Mamoste Şepûl nivîsiye ku wî ji bavê xwe weha bihîztiye: Mewlana Xalid gelekî li nav eşîrên Rojhilata Kurdistanê geriyaye, li gundê Tîkantepe mizgefta Mewlana heye, ku niha jî xelk ew der cihê wî dizane. Ew mizgeft ´Ellame Mela Se´îd saz kiriye. Ew´Ellame bapîrê Şepûl bû û di 1269-an de li wirê dersdarî kiriye, di 1290î de jî miriye.


Gelek pirtûk û keşkol li ser keşf û keramet, payedarî û zanyariya Mewlana Xalid bi zimanê erebî û yê farisî hatine nivîsandin. Herweha pir kesan jî li serê lêkolînên hêja kirine. Hin ji wan kesan ev in li jêrê:

´Ellame Seyîd ´Ubeydulah Heyderî. Şêx Ehmedê Tirablusî. Şêx Smayîlê Kûrî. Elî Dûrekî. Hacî Şukrî Romî. Smayîl Nubhanî. Usiv kurê Smaîl Binhanî. Xêredîn Zereklî Kurdî. Şemsedîn Samî. Seyîd Mehmûd Alûsî. Evdilmecîdê kurê Mihemed Xanî. Mihemed Mezher Me´sûmî. Mehmûd ´Itte. Corc Zeydan. Smayîl Paşayê Baban. Yûsuf Elyan Serkîs. Ehmed Hilmî. Diktor Mihemed Es´ed Telsî. Şêx Osmanê kurê Sened. Emîn kurê Hewkîrî. Ehmed Şewket. Şêx Mihemed Ebdulmun´em. Mestûre Xanima jina Xesrew Xanê Waliyê Erdelanê. Mela Mihemed Qizilcî. Mihemed Emîn Zekî. Mihemed Cemîl Bendî. Mamosta Mihemed Xal. Şêx Me´rûf Nûdî. Şêx Şahîn ´Etar. Mihemed kurê Ebdullah Xanî. Mûsa Seba´î. Mihemed Cumleyî Henefî û gwd. Mamosteyê nemir, zimanzan û rênasê nijadî û dersdarê navdar ê bi ilm û zanînê Seyda Hejar li ser Mewlana Xalid ev çend malik gotine:


Pirtûkên wî
Mewlana Xalidê Kurdî, ji hîmdariya Rêçika Nexşebendî û murşidtiyê zêdetir, nivîskar û helbestvanekî menşûr bû jî. Wî gelek pirtûk nivîsîne, gelek helbest ristine û broşîrên di derbareya Rêçikê de ji bo kiryar û rêveçûna mirîd û peyrewên xwe belav kirine. Hin pirtûkên ku Mewlana nivîsîne ev in li jêrê:

1- Te´lîqatî Mudewene, li ser Xeyalî û li ser Ebdulhekîm Xeyalî, 1889, Astane.

2- ´Eqd-ul Cewherî Fî Ferqî Beyne Kesb-îl Matûrîdî, Ebdulhemîd Xerpûtî şerh kiriye.

3- Şerhek bi Farisî li ser Ezzehb.

4- Şerhek li ser meqamatê Elî Herîrî Kurdî. Destxeta Mewlana bi xwe hetye.

5- Haşiye li ser kitêba Cem-´ul Fuad.

6- Nîhayeyî Remelî, behsa înê, du cild.

7- Şerha ´Eqayida ´Eddûdî.

8- Peraweyek di Îbadatê bo mirîdên Henefû ku çûne ser rêçika şafi´î.

9- Seyalekûtî, Haşiya ´Ebdulxefûrê Larî li ser kitêba Camî şerha Kafiye (Berî çûna Hindistanê nivîsiye).

10- Dîwan helebestên bi kurdî û Farisî (Di 1844-an de li Stenbolê çap bûye).

11- Xalîbet-îl Ekrad Fî Teqelubat-îl Emssar.

12- Feraîl-il Fewaid.

13- Cela-ul Ekdar we Seyf-il Bîtarî we Selewat.

14- Rîsala Adabên Şêx û Mirîdan.

15- Rîsala Zikrkirina di Tefrîqa Nexşebendî de.

16- Îsbata Rabîte.

17- Mektûbatê Erebî.

18- Mektûbatê Farisî.