3 June 2026 - 11:06
Source: kmr.abna24.com
Hanzela: Agahiyên efseran û baregehên nehênî yên Amerîkayê di destê me de ne

Hanzela di daxuyaniyekê de ragihand ku agahiyên derbarê efserên di fîloya deryayî ya artêşa Amerîkayê de û herwiha cihê cîhdarkirina baregehên wan ên nehênî yên li herêmê, di destê vê komê de ne.

Li gorî Nûçeyan a Ajansa Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Hanzela di daxuyaniyekê de ragihand ku agahiyên derbarê efserên di fîloya deryayî ya artêşa Amerîkayê de û herwiha cihê cîhdarkirina baregehên wan ên nehênî yên li herêmê, di destê vê komê de ne.

Fermandariya sîber a Hanzela, bi îşarekirina bi operasyona hevgirtî û armancdar a şeveha îro ku piştî “destdirêjiya leşkerî ya Amerîkayê” hat encamdan, ragihand ku bankeya agahiyan a nûjenkirî ya armancên girêdayî baregehên leşkerî yên Amerîkayê daye yekîneyên mûşekî û firokeyên bêmirov (dron) ên Spahê Pasdarên Înqilaba(Şoreşa)Îslamî û hemû armancên diyarkirî bi serkeftî hatine lêdan.

Di berdewamiya vê daxuyaniyê de hatiye gotin ku agahiyên derbarê efserên li fîloya deryayî ya artêşa Amerîkayê û herwiha cihê bicihbûna baregehên wan ên nehênî yên li herêmê, di destê vê komê de ne.

Hanzela hişyarî daye ku eger kiryarên leşkerî yên Amerîkayê bidomin, dibe ku ev armanc di êrîşên pêş de bikevin ber hedefê.

Vê komê herwiha tekez kir ku beriya êrîşên dawî, peyamên hişyariyê ji bo sivîlên li nêzîkî hinek ji van baregehan hatine şandin û ji wan hatiye xwestin ku herêmê biterikînin.

Hanzela di beşeke din a daxuyaniya xwe de şîret li hêzên amerîkî û malbatên wan kiriye ku welatên herêmê biterikînin û hişyarî daye ku berdewamiya hebûna wan dikare bi “encamên biêş” re encam bide.

Di dawiyê de, Fermandariya sîber a Hanzela hişyarî daye Sentkomê ku her cure kiryareke leşkerî ya nû dê bi bersiveke berfirehtir re rû bi rû bimîne.

…………..

Dawiya peyamê

Your Comment

You are replying to: .
captcha