Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA Bi armanca bîranîna şehîdên kîmyabarana Helebce, RJAK’ê duh li navenda bajarê Kerkûkê pêşangeheke wêneyan vekir û tê payîn sê rojan bidome. Şandek ji beşa Peywendiyên Yekitiya Jinên Herêma Kurdistanê serdana pêşangehê kir.

Bi armanca bîranîna şehîdên kîmyabarana Helebce, Rêkxistina Jinên Kurdistan (RJAK) li navenda bajarê Kerkûkê di bin dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, şerafet’ de pêşangeheke wêneyan vekir û tê payîn sê rojan bidome. Di roja duyem de serdanên ji bo pêşangehê dewam dikin.
Divê çarçvoveyê de şandek beşa Yekitiya Jinên Herêma Kurdistanê serdana pêşangehê kirin. Berpirsa beşa Peywendiyên Yekitiya Jinan Esmer Letîf ku serdana pêşangehê kir ji ajansa me re axivî û got; “Em spasiya RJAK’ê dikin ku pêşangehek bi vî awayî vekiriye. Dibe ku gelek kes li Kerkûkê bi karesata Helebceyê nezanibin, bi van wêneyan em dizanin rejîma Baasê çi kiriye û ticar nayê jibîrkirin. Mixabin jin di hemû karesatan de bedel didin. Pêwîste jinên Kurd bihevre rê li dubarebûna karesatên bivî awayî bidin.”
