Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Eracî ragihand, ku Tirkiyê nêzîkî 100 baregeh û navendên çavdêriyê li Herêma Kurdistanê û parêzgeha Neynewa hene. Herwiha tekez kir, ku vekişîna hêzên Tirkiyê ji Iraqê bi vekişîna PKKê ji nav axa Iraqê ve girêdayî ye.
Wî ji Al-Ahram re got: “Tirkiye tenê bingehek li parêzgeha Neynewa heye, lê baregehên wê yên leşkerî li seranserê Herêma Kurdistanê vekirîne.
“Ti biryareke fermî ya hikûmeta Iraqê li ser hebûna hêzên Tirkiyê li wî welatî nîne û bicihbûna van hêzan vedigere salên 1990’î.
Herwaha got: Hebûna PKKê li Iraqê neqanûnî ye û em daxwazê ji wê partiyê dikin ku biryara Abdullah Ocalan a danîna çekan cîbicî bike, ji ber ku ev yek pêngaveke mezin e bo vekişîna hemû hêzên Tirkiyê ji Iraqê.
6 March 2025 - 21:35
News ID: 1540793

Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Iraqê ragihand ku zêdetirî 100 navendên leşkerî yên Tirkiyê li Iraqê hene ku 99 ji wan li Herêma Kurdistanê ne.
Your Comment