Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Li gorî çavkaniyên herêmî, Talîbanê li bajarê Herat ê Afxanîstanê rê li jinan girt ku ji bo beşdarî nimêja cemaetê û ayînên olî bibin, bikevin çend mizgeftan.
Li gorî zanyariyan, ev sînordarkirin bi rêya melayên hejmarek mizgeftên bajêr ji xelkê re hatiye ragihandin.
Çavkaniyekê ji rojnameya Etilaat Roj re îro Înê (18ê Adarê) ragihand ku êdî jin nikarin li mizgeftan beşdarî nimêja terewî û înê bibin.
Li gor zanyariyan, Talîbanê bi devkî ev ferman di çend mizgeftan de ragihandiye û tekez kiriye ku, mafê ti jinekê nîne ku biçe mizgeftê û nimêja cemaetê bike.
Berê jî jin beşdarî beşên taybet ên jinan li hin mizgeftên bajarê Heratê bûn, bi taybet ji bo nimêja terewî û înê.
Talîbanê hîn bi awayekî fermî li ser vê biryarê daxuyanî nedaye.
.....................
/Dawiya peyamê
8 March 2025 - 13:36
News ID: 1541145

Li gorî çavkaniyên xwecihî, Talîbanê rê nedaye jin bikevin çend mizgeftên bajarê Herat ê Afxanîstanê da ku beşdarî nimêja cemaetê û îbadetan bibin.
Your Comment