10 March 2025 - 11:24
UNRWA: Êrîşên Îsraîlê Bûye sedema valakirina kampên penaberan ên li Şerîa Rojava

.Saziya Alîkarî û Kar a Penaberên Filistînî, operasyonên siyonîstan li Şerîeya Rojava rexne kir

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî bo Penaberên Filistînî (UNRWA) ragihand ku operasyonên berdewam ên artêşa Îsraîlê ku ji meha Çileyê ve li kampa penaberan a Cenînê dest pê kir û meha borî li kampên din berfireh bû, bû sedem ku hejmareke zêde ya filistînî ji van stargehên .dîrokî birevin

Li gorî vê yekê, UNRWA di raporta xwe ya heftane de derbarê rewşa navçeyên dagîrkirî de got: "Şert û mercên ferz, gefên wêrankirinê, û fermanên tehliyekirinê bûne sedema koçberkirina piraniya niştecihên van kampan, ku berê hema bêje bê mirov bûn."

Ajansê her wiha got: Leşkerên siyonîst ji bo tepeserkirina sivîlên filistînî li Şerîeya Rojavayî bi taktîkên leşkerî û çekên pêşketî ji wan tankan berdewam in.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Rayedarên Îsraîlî bi niyeta nehiştina vegera niştecihan bo kampan, van êrîşan di dema pêş de bidomînin."

Hêjayî bîrxistinê ye ku êrîşên berdewam yên sîyonîstan li Şerîeya Rojava ya dagirbûyî di vê salê de bûne sedema kuştina herî kêm 25 filistînî û awarebûna 40 hezar kesî.

......................

/Dawiya peyamê 

Your Comment

You are replying to: .
captcha