Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Muzakereyên rasterast ên navbera Amerîka û tevgera Hemasê, hêrsa rayedarên siyonîst xistiye. Lêbelê rêveberiya Trump bi biryar e ku pêvajoya muzakereyê bidomîne.
Li gorî vê yekê kanala 13 ya Îsraîlê ragihand: “Adam Boehler” nûnerê taybet ê Trump bo pirsên girtiyan, piştgirî da pêngava Waşîngtonê ya danûstandinên rasterast bi tevgera Hemasê re.
Di vê derbarê de Buller got: Danûstandinên Amerîkayê bi Hemasê re ji ber ku hikûmeta Amerîkayê ji lawaziya agirbesta li Xezzeyê nîgeran e tê kirin.
Wî amaje bi giringiya vê danûstandina rasterast kir û got: Hevdîtina me bi Hemasê re nayê wê wateyê ku em dost û hevalbendên vê tevgerê ne, belku em bi wan re li ser pêşketina danûstandinan gotûbêj dikin.
Rayedarê Amerîkî bal kişand ser têgihiştina xwe ji nîgeraniyên Telavîvê di vî warî de û got: "Ez ji bo Serokê Amerîkayê Donald Trump kar dikim û danûstandina ligel Hemasê biryara wî ya rasterast e." Ji ber vê yekê ez di bin fermanên wî de me.
Boehler tekez kir: Hemasê di danûstandinên xwe yên ligel me de tekezî li ser berdana hemû girtiyên siyonîst kiriye û daxwaza berdana girtiyên filistînî ji zindanên Îsraîlê dike.
Wî di dawiya axaftina xwe de hêviya xwe anî ziman ku agirbesta li Xezeyê di dawiyê de bidome û hemû girtiyên siyonîst bên berdan. Buller tekezî li ser jinûveavakirina Xezzeyê û beşdarnebûna Hamasê di paşeroja siyasî ya Xezzeyê de kir.
......................
/.Dawiya peyamê
10 March 2025 - 12:45
News ID: 1541613

Nûnerê taybet ê Trump bo karûbarên Filistînê piştgirî da pêngava Waşîngtonê ku rasterast bi tevgera Hemasê re danûstandinan bike.
Your Comment