Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Rojnameya Ma'ariv a siyonîstî li raporta xwe ya bi sernavê "Vegera Hûsiyan" nivîsî ku piştî demeke dirêj a aramiyê li eniya Yemenê, hêzên hewayî yên Israîlê careke din xwe ji bo cîbicîkirina gefên Yemenê di saetên bê de û hewla wan bo avêtina mûşekan bo ser navçeyên dagirbûyî amade dikin.
Berî niha bi demekê tevgera Ensarullaha Yemenê, bi tundî rexne li binpêkirinên Rêjîma Îsraîlî ji rêketinama agirbesê, rawestandina alîkariyên mirovî û neketina qonaxa duyemîn a gotûbêjên agirbestê girtibû, muhletek 4 rojî ji bo Rejîma Îsraîlê diyar kiribû ku îro bi dawî dibe.
Di raporê de hatiye gotin ku hêzên esmanî yên Îsraîlê gefên Yemenê gelekî cidî dibînin û ji bo bihêzkirina amadehiya xwe rêzek tedbîr girtine, di nav wan de xistina sîstema rawestana mûşekî ya Telavîvê di hişyariyê de.
Ebdulmelek Bedredîn El-Hûsî jî beriya saetekê di peyamekê de ragihandibû ku Yemen li ser helwêsta xwe ya derbarê muhleta ku ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî bo Xezzeyê hatiye diyarkirin rawest e û bi temamî ji bo pêkanîna operasyona xwe amade ye.
Wî berdewam kir ku eger alîkariyên mirovî derbasî Xezzeyê nebin, dê yekser piştî muhleta diyarkirî çalakiya leşkerî dest pê bike.
......................
/Dawiya peyamê
Your Comment