Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA-Guherînên ewlekariyê yên dawî li Rojhilata Navîn û nekarîna Amerîkayê ya bo pêşîgirtina li berfirehbûna pevçûnan, bûye sedem ku hin welatên ereb ên Kendavê li pey ji nû ve pênasekirina hevkêşeyên xwe yên berevaniyê û dîtina şirîkên ewlekariyê yên nû bin.
Di vê çarçoveyê de, raporên derbarê danûstandinên berevaniyê yên di navbera Pakistan û welatên ereb de nîşan didin ku Kuwêt, Behreyn û Urdun li pey pêşxistina hevkariyên leşkerî yên bi Îslamabadê re ne; pêvajoyek ku gelek çavdêr wê wekî nîşaneya kêmbûna baweriya bi sîwana ewlekariya kevneşopî ya Amerîkayê dinirxînin.
Ajansa Reuters di raportekê de eşkere kir ku Pakistan û Kuwêt bo berfirehkirina hevkariyên berevaniyê dest bi danûstandinan kirine û Kuwêt daxwaza hebûn û hevkariyeke leşkerî ya berfirehtir ji Îslamabadê kiriye. Ev rapor her wiha tekez dike ku Behreyn û Urdun jî daxwaza xwe ya ji bo peymanên mîna vê bi Pakistanê re nîşan dane.
Ev tevger di şert û mercên wiha de pêk tên ku di mehên dawî de binkeh û berjewendiyên Amerîkayê li herêmê gelek caran rastî gef û êrîşan hatine û heta hin welatên ereb ên wekî Behreyn, Kuwêt û Urdun jî di atmosferên rageşiyên girêdayî rûbirûbûna Îran û Amerîkayê de xwe di xetereya rasterast de dîtine. Di heman demê de, zêdebûna nîgeraniyan derbarê ewlekariya binesaziyên krîtîk ên welatên Kendavê û îhtimala berfirehbûna pevçûnan, gumanên derbarê şiyana berevaniyê ya Amerîkayê zêde kirine.
Di atmosferek wiha de, Pakistan wekî hêzeke atomî ya xwedan artêşeke mezin, şiyana mûşekî û pîşesaziyên berevaniyê yên girîng, ji berê zêdetir bûye bala dewletên ereb. Reuters rapor kiriye ku piştî îmzekirina peymana berevaniyê ya di navbera Riyad û Îslamabadê de, gelek welatên din ên ereb jî bo hevkariyên mîna vê serî li Pakistanê dane.
Berê jî Erebistana Siûdî peymaneke berevaniyê ya stratejîk ligel Pakistanê îmze kiribû ku li gorî wê bi hezaran hêzên leşkerî, firokeyên şer ên JF-17, dron û sîstemên berevaniya esmanî yên Pakistanî li axa Erebistanê hatibûn bicihkirin. Çavdêr bawer dikin ku pêşwaziya welatên ereb li şêwaza hevkariya bi Pakistanê re, ne tenê biryareke leşkerî ye, belkî berteka guherîna gav bi gav a li nêrîna ewlekariya herêmê û hewldana kêmkirina girêdayîbûna mutleq a bi Amerîkayê re ye.
Hin analîst bawer dikin ku danûstandinên berevaniyê yên dawî yên di navbera Pakistan û welatên ereb de, dikarin wekî yek ji nîşaneyên destpêkê yên avakirina rêzikên ewlekariyê yên nû li herêmê bên dîtin; rêzikên ku tê de dewletên ereb dixwazin şirîkên xwe yên ewlekariyê pirreng bikin û êdî bi tenê pişta xwe bi garantiyên leşkerî yên Waşingtonê girê nedin.



Paşlêdanên lawaziya Amerîkayê li herêmê; Kuweyt, Behreyn û Urdun li pey sîwana parastinê ya Pakistanê ne.
................................
Dawiya peyamê
Etîket:
- Erebistana Siûdî
- Kuweyt
- Îran
- Urdun
- Washington
- Behreyn
- Reuters
- Kendava Farisî
- Pakistan
- Rojhilata Navîn (Rojavayê Asyayê)
Your Comment