16 March 2025 - 13:08
Erebistana Siûdî destwerdana xwe di êrîşa Yemenê de red dike

Çavkaniyên girêdayî Erebistana Siûdî destwerdana Riyadê di piştgiriya lojîstîkî ya êrîşên hovane yên Amerîkayê yên ser Yemenê red kirin.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Çavkaniyekî siûdî rastbûna îdiayên ku dibêjin welatê wî piştgiriya lojîstîk bo operasyonên leşkerî li Yemenê dike, derewand û van gotegotan xapandin bi nav kir.

Çavkaniya han eşkere kir ku dabînkirina sotemeniyê bo operasiyonên leşkerî yên li Yemenê ji aliyê Erebistana Siûdî ve bi temamî derew e.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Amerîka, Rejîma Siyonîst û Brîtanyayê ji şeva buhurî vir ve bi dehan êrîş birin ser cihên sivîl û niştecihan li Yemenê û di encamê de zêdetir ji 130 kes hatin kuştin an jî birîndar bûn.\

............................

Dawiya peyamê/

Your Comment

You are replying to: .
captcha