Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) EBNA-Gotûbêjên nerasterast ên Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê ku li ser rakirina dorpêçan û mijara navokî bû, çend xulek berî niha li Muscata paytexta Umanê bi dawî hat.
Di vê hevdîtinê de ku bi navbeynkariya Umanê, Seyîd Ebas Eraqçî, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê û Steve Witkof, nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê bo karên Rojhilata Navîn, hevdû bi riya wezîrê karên derve yê Umanê, ji helwêstên aliyan li bara mijarên têkildarî bernameya etomî ya aştiyane ya Îranê û rakirina dorpêçên neqanûnî yên dijî Îranê agahdar kirin.
Li gor nirxandinên ku hatine belavkirin, ev gotûbêj di atmosfereke avaker û bi rêz û hurmeta her du aliyan de derbas bûne û her du alî li ser berdewamiya gotûbêjan di hefteya bê de li hev kirine.
Wezareta karên derve ya welatê me jî li daxûyaniyekê li bara gotûbêjên nerasterast ên îro yên Îranê û Amerîkayê li Umanê ragihand: Piştî bidawîhatina zêde ji du saet û nîvan ji gotûbêjên nerasterast, serokên şandên Îranî û Amerîkayê li dema derketina ji gotûbêjan bi amadebûna wezîrê karên derve yê Umanê, çend xulekan gotûbêj kirin.
Hin çavkaniyan texmîn û analîz kirin ku îhtimal heye Donald Trump daxuyaniyên hestyarî û ne rast bide da ku bandorê li pêvajoya hevdîtinan bike.
Ev çavkanî dibêjin: Dibe ku Trump di demjimêrên bê de derbarê naveroka danûstandinan de daxuyaniyan bide, ku armanca wan tenê bandorkirina li ser raya giştî û proseya danûstandinan be û dibe
Dawiya gotûbêjên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê de/Medya li benda daxuyaniyên muhtemel ên Trump in/Analîzên li ser hawêya van gotûbêjana
12 April 2025 - 23:59
News ID: 1548690

Li gor nirxandinên ku hatine belavkirin, gotûbêjên nerasterast ên Îran û Amerîkayê li ser bingeha rêzgirtina dualî di qeta(hawêya) avaker de birêve çû û her du alî li ser berdewamiya gotûbêjan di hefteya bê de li hev kirin.
Your Comment