ÇEMÇEMAL-ROJNEWS
Rêveberê Perwerdeya Çemçemalê ragihand ku ji ber lehiyê dema ezmûnan hatiye paşxistin û got, “Ji ber lehiyê 12 dibistanên sînorê Çemçemal ziyan dîtine.”
Di rojên borî de ji ber barana zêde, di serî de li navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê li gelek herêmên din lehî rabû û ziyanek mezin gihişt xelkê. Bi taybet jî Çemçemal bû gola avê û ziyanek mezin çêbû. Ji ber lehiyê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan xanî bin avê de man û ziyan gihişt mal û milkê welatiyan. Lehiyê bandorek nerênî li dibistan û xwendevanên Çemçemalê jî kir.
Rêveberê Perwerdeya navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê Ebdula Heme Kakereş derbarê bandora lehiyê ya li ser xwendin û dibistanên Çemçemalê de, ji ajansa mere axivî.
Ebdula Heme Kakereş da zanîn ku li sînorê Çemçemalê ji ber lehiyê ziyan gihiştiye 12 dibistanan û got; “Ji vê hejmarê herî zêde ziyan gihiştiye du dibistanan. Du kesayetên xêrxwaz soz dane ku dibistanan nû bikin, yên din jî wê hikumet û Wezareta Perwerdeyê nû bikin. Ji sala 2014’an ve avahiyên dibistanan nehatine çêkirin, avahiyên din jî nehatine nûkirin. Xaka Çemçemal piraniya xwe çandiniye û nerme, av diçe binê axê û ji ber vê jî dîwarê hemû dibistanan kelişiye.”
Ebdula di dewama axaftina xwe de got; “Ji ber rewşa li navçeyê, me biryar da ku ezmûnên xwendevanan heya 4’ê Çileya 2026’an were paşxistin. Emê ji sibe ve biçin dibistanên xwe û dest bi paqijiyê bikin.”
Ebdula herî dawî jî got; “Hemû mamostayên me pirsên ezmûnan amadekirine, sala borî ji ber boykota mamostayan hinek kêmanî çêbû, lê vê carê wê ev betlaneya niha ji ber lehiyê hatî dayîn, bandorek nerênî li ser xwendinê nake.”
Your Comment