18 July 2025 - 18:47
Li Siwêdayê artêşa Sûriye bi sedan windahî û qetlîam li pey xwe hişt

Civaka Durziyan û aktîvîstan bal kişand ser nediyariya aqûbeta cenazeyên bi rojane li ser rêyan nayên rakirin û welatiyên winda û banga mudaxeleya lezgîn kirin.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA- Li gel vekişîna artêşa Sûriyeyê ya girêdayîhikûmeta demkî ya di bin serokatiya Colanî de ya piştî êrişên 4 rojan yên hovane yên li ser bajarê Suwêdayê yê Durziyan, ji ber hilweşîn û windahiyên sivîl, gel û aktîvîst dixwazin Siwêdayê weke ‘’bajarê afetê’’ were îlankirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî li gel tevlîbûna şer a komên milîs ên cîhadîst ên tundraw ên girêdayî Wezareta Parastinê, li bajarî hilweşîneke mezin rû daye. Bi taybetî jî tê ragihandin ku xizmetên av, elektirîk, ragihandin û tenduristiyê sekinîne, Nexweşxaneya Neteweyî ya Siwêdayê betal bûye, makîneyên diyalîzên naxebetibin û morg tije bûne.

Gelê Siwêdayê hem ji ber şerê di navbera komên xwecihî yên Durziyan û artêşê de û hem jî bomberdûmanên Îsraîlê yên li ser  navendên leşkerî yên li Şam, Dera û Suwêdayê li bajarî jiyan ne pêkane.

Civaka Durziyan û aktîvîstan bal kişand ser nediyariya aqûbeta cenazeyên bi rojane li ser rêyan nayên rakirin û welatiyên winda û banga mudaxeleya lezgîn kirin.

Di dîmenên li ser medyaya dijîtal tên parvekirin de tê xuyakirin ku gelek kargeh ji aliyê komên cîhadîst ên girêdayî Wezareta Parastinê ve hatine talankirin, bi dehan wesayît hatine şewitandin û bi sedan xanî hatine hilweşandin. Ji xwe li bajarî pirsgirêka ceyranê heye, li gel hilweşîna bîrên avê û sekinîna pompeyan krîza heyî kûrtir bûye. Stastonên sotemenî û petrolê girtî ne û piraniya binesaziyê jî hatiye hilweşîn.

Artêşa Sûriyeyê, girêdayî zexta Emerîka û Îsraîlê da zanîn ku ew ê şeva Çarşemê bi temamî vekişe. Ev biryar li gel bomberdûma Îsraîlê jî piştî berxwedana bibiryar a parastina bajarên xwe ya komên Durziyan hate girtin.

Li gorî agahiyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di encama şer û pevçûnên ku şroja Yekşemê destpê kirin û heya daxuyaniya artêşê ya vekişînê de herî kêm 374 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çavdêriyê da zanîn ku çar jê jin û yek jê welatiyekî temenmezin jî di nav de bi tevahî 27 welatiyên sivîl ji aliyê komên cîhadîst ên girêdayî Wezareta Karên Hundirîn û Wezareta Parastinê hatine înfazkirin. Her wiha 14 welatiyên ku hê nasnameya wan nehatiye diyarkirin jî dîsa ji aliyê van hêzan ve hatine kuştin.

Navenda Çavdêriyê da zanîn ku bûyerên rû dane binpêkirinên mafên mirovan ên cidî ne û ji bo darizandina hemû berpirsiyaran banga lêpirsîneke serbixwe û zelal kir. Di daxuyaniyê de hişyarî hate dayîn ku bêcezahiştin talûkeya tundiya zêdetir û bêhiqûqiyan zêdetir dike.

Gel û aktîvîstên li herêmê diyar dikin ku rewşa li bajarî veguheriye bobelatekê û ji civaka navneteweyî daxwaza alikariya lezgîn a mirovî û çavdêriyê dikin. Ji bo ku Suwêda weke ‘’herêma afetê’’ were îlankirinku ji nû ve xizmetên sereke werin dabînkirin diyar dikin ku demildest pêngav werin avêtin.

Serokatiya Civaka Ruhanî ya Misilmanên Miwehidîn (Durzî), li Suwêdayê şîn îlan kir û bang kir ku li gel herêmên Kurdan û di navbera Keyetiya Haşimî ya Urdinê û  Suwêdayê de korîdorên mirovî werin vekirin.

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha