Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA-Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî êrişa Îsraîlê ya li ser Sûriyeyê wekî ‘gefeke bêhempa ya li ser aştî û ewlehiya navneteweyî’ bi nav kir.
Bekayî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de êrişên Îsraîlê şermezar kir û tekez kir ku rêveberiya Tel Avîvê bi hedefgirtina avahiyên giştî polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê didomîne.
Bekayî got: “Rejîma Siyonîst bi çek û piştgiriya siyasî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û hinek welatên rojavayî aştî û îstîqrara herêmê tehdît dike.”
Îranê bang li Rêxistina Hevkariya Îslamî (OIC) û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li dijî vê gefê demildest tedbîran bigirin.
Your Comment