24 September 2025 - 11:27
Kuştinên bêserûber li herêmên Hikûmeta Şamê didomin

Li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de çek di nava welatiyan de zêde belav e, revandin û kuştina bê serûber ji aliyê kesên nenas ve dewam dikin. Li hember vê yekê Hikûmeta Veguhêz bi erka xwe rabe.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)-ABNA-Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku li Kampa El Nîran ya koçberan a li Helebê, ji ber nakokiya motorsilkilêtan hin koçberan bi kêran pevçinîn, di encamê de hijmrek bi giranî birîndar bûn, vê yekê tirseke mezin di nava şêniyan de derxist.

Li bajarê El Etarib ê gundewarê Helebê, ciwan ji ber teqîna bombeyekê hate kuştin, ev yek dide diyarkirin ku li herêmên di bin kontrolkirina Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de çek di nava şêniyan de bêserûber heye.

Li Şamê di dema xebatên sererastkirinê de li taxa El Qedem, di nav toreya kanalîzasyonê de termên 5 kesan, di nav wan de zarok jî hebû, hatin dîtin.

Li gorî SOHR’ê, termên bê nasname, li nêzîkî bîreke gazê li herêma Dibiyatê a rojhilatê Humsê hatin dîtin.

Herî dawî SOHR`ê kuştina zêdetirî 200 kesan ji destpêka sala 2025’an û vir ve, di encama gulebaranên bêserûber û teqînên bêwate de, hatine kuştin. Di nav de jî bi dehan zarok hene.

Your Comment

You are replying to: .
captcha