Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Komgemîya Têkşikandina Dorpêça Xezzeyê ku bi navê Karwanê Semûdê tê naskirin, ragirandîye ku li bazineya 10 maylî ya herêmeke bitaluke ye ku Rejîma Sîyonîst berî wîya derbara ketina nav wê bazineyê gef xwaribû. Karwanê Simûdê ragihandîye ku îşev yê debasî navçeya pirrxeter bibe û silametîya wan jî maye ser lêşarbûna cîhanî, di halekî da ku li gorî çend raporan xwofirr li fêza gemîyên vî karwanî firrîyane. Çavkanîyên nûçeyan raghiandin ku hejmareke xwofirrên nenas li esmanê herêma ku gemîyên Karwanê Sumûdê lê ne, difirrin.
Berdevkê Lîjneya Komgemîya Cîhanî ya Semûdê jî ragihand ku her cure êrişa Rejîma Sîyonîst ser vê koma gemîyan yê bi wateya dizîya li deryayê be, ji ber ku dê li deryayên navdewletî biqewime.
Di vî halî da, Berpirsê Gemîya bi navê Şirîn Ebû Eqle ku yek ji gemîyên Karwanê Sumûdê ye u ber bi Zîvala Xezzeyê va diçe, got: Parazîta telekomê ango xişexiş dikeve xetên bêtêl u teelfonan, lewma em di peywendîya digel gemîyên din ên vê komê da tûşî pirsgirêkê dibin. Karê ku dagirker dikin, dizîya li deryayê ye u em dê hereketa xwe ber bi Xezzeyê va bidomînin.
Karwanê Semûd ku ji çen gemîyan pêk tê, nêzî 5 hefteyan berî nika ji Bendera Barselon a Spanîyayê va bi rê ketîye û zêde ji 500 çalakên ji 40 welatên cîhanê di vê komgemîya cîhanî da ne ku Hevalbendîya Gemîyên Azadî, Tevgera Cîhanî ya Xezzeyê digire ber xwe.
Daviya peyam/
2 October 2025 - 00:50
News ID: 1733845

Çalakên mafên merivan ên di Komgemîya Têkşikandina Dorpêça Xezzeyê ku zêde ji 40 gemîyan pêk tê, li bazineyeke pirr xeter in û çavê wan li lêşarbûn û wîjdaan cîhanê ye, navê gemîyeke hilgirê kadroyên pizişkî jî danîne Wîjdan.
Your Comment