31 October 2025 - 23:50
Amerîkayê xwest komên çekdar ên Iraqê bikevin bin kontrola Hikumetê

Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya ragihand ku nabe komên çekdar dervey desthilata dewletê kar bikin û got; “Divê komên çekdar bikevin bin kontrolê.”

i gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(s.x)-ABNA-Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya bi daxuyaniyekê, komên çekdar ên li Iraqê hişyarkir.
Savaya got ku ji bo pêşerojek baştir, divê komên çekdar bikevin bin kontrola hikûmetê û got; “Pêwîstiya Iraqê hîn jî bi piştigiriyê heye. Ti cihek ji bo komên çekdar ên derveyî desthilata dewletê kar dikin nîne. Aramiya Iraqê girêdayê hebûna hêzeke ewlehiyê ya yekgirtî ya di bin fermandariya hikûmetekê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de ye ku di bin alayekê de yekgirtî be û nûnertiya hemû Iraqiyan bike.”
Savaya di dewamê de diyarkir ku bêyî yekîtiyê, serwerî û pêşketina Iraqê dê di metirsiyê de bimîne û xwest Iraqek xwedî serwer, dûrî destwerdana derve hebe û got; “Iraq li herêmê welatek serekeye û divê rola xwe ya xwezayî di bipêşxistina aştî, ewlehî û aramiya herêmî de bilîze.”
Dawiya Peyam/
 

Your Comment

You are replying to: .
captcha