Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlul Bayt ê(s.x)- ABNA-Em di demekê de dijîn ku gelek me bawer dikin ku di serdemê nû de erdê zû-zû li ser xwe digerî, dem jî bi lezê zêdetir derbas dibe û qeraxên saetê zûtir li ser hejmaran dixwazin derbas bibin. Ji ber vê wateyê ye ku piştî ku em li ser xwarina heftsînê dinivînin, wekî ku tenê çavên me yek carî bigerin, xwe digerin û dibînin ku ne tenê nîvê yekem a sala 1404 bi hemû bilind û nizmên xwe me derbas kir, lê herwiha têra me mingehek maye ku bi payîz jî xudafizî bikin(xatir xwustina).
Hefteya dawî ya mehê (Aban) di Îranê de piştî nimêja baranê, di hin herêmên rojavayê welatê de bi hûrikî û ewrî hate derbas kirin. Ev hefte bi cûrbecûr awayên lêdan û daxuyaniyan ji dîmenên çanda, siyaseta, civaka û warzîşê re têkildar bû.
Bersiva ezmanê bo nimêja baranê

Di wî rojeyan de ku Rêveberiya Meteorolojiyê di raporekê de ragihand ku Îran di yek ji kevirekî herî zivir û teşk a 50 salên dawî de ye û asta çavkanîya avê gihiştî herî kêm, gel li rojê îniyê ku derbas bû di gelek parêzgehên welatê me de — li ciyên pîroz, cemîyetan û heta çolên vala — dest bi duayê kirin, û nimêja baranê xwendin da ku baran bibe. Her çiqas şeva şemiyê dem dirêj çêkir, lê paşê şemî, piştî çend mehên li bendê baranê mayin, esman bersiva duayên gelê da û di nûçeyan de hate ragihandin:
"Baran gihişt 19 parêzgehên welatê me, di nav wan de: Azerbaycanê Rojavayî û Rojhilatî, rojava Kurdistanê, Kirmanşah, Îlam, Luristan, rojava Êsfahanê, bakurê Çar Mahal û Baxtiyarî, Xuzistan û herêmên din yên rojavayî, bakurî û navendî — heta ku hin deveran spîpokiran.”
Paytext dê vala bibe?

Yek ji axaftinên herî nakok ên du hefteyên borî axaftina serokomar li ser ziwabûnê bû, ku rastî gelek bertek û rexneyan hat. Di vê axaftina nakok de, Birêz Pezişkiyan ragihand ku heke kêmbûna avê ya welêt bi vî rengî berdewam bike, divê xelkê Tehranê bajar vala bikin. Ev daxuyanî bû sedem ku gelek kes ji ber vê daxuyaniyê rexne li serokomar bigirin û li şûna wê hêvî bikin ku hikûmet çareseriyek û çareyek guncaw peyda bike; lê piştî van hemû axaftin û gotegotan, berdevkê hikûmetê Mohaciranî di dawiyê de şîroveyek cûda ya daxuyaniya serokomar da û got: "Axaftina serokomar li ser îhtîmala valakirina Tehranê di çarçoveya hişyariyek berpirsiyar û bi fikar de bû. Armanca vê daxuyaniyê ew e ku hişmendiya raya giştî zêde bike û mirovan li ser sînorkirinên jîngehê bi bîr bixe… Bi salan e tê gotin ku divê barekî nifûsê yê mezintir li ser Tehranê nebe. Deşta Tehranê kapasîteya pênc mîlyon kesan hebû, û îro Tehran û derdora wê nifûsa wê ji 18 mîlyonî zêdetir e. Ev hişyarî ew e ku hişmendiya mirovan li ser şert û mercên jîngehê zêde bike."
Ragihandina bidawîbûna fermî ya Peymana Qahîreyê

Your Comment