Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(S.X)-ABNA- Hejmara birîndarên teqîna dawetekê li parêzgeha Deraa li başûrê Sûriyê gihîşt 34 kesan û di nav wan de çend zarok jî hene.
Ajansa fermî ya Sûriyê "SANA" li ser zarê Ziyad El-Mohamid, rêveberê tenduristiyê li Deraayê ragihand ku hejmara birîndarên teqîna roja Îniyê li gundê "Ebdîn" li rojavayê parêzgehê ji 16 kesan gihîştiye 33 kesan.
Wî diyar kir ku Nexweşxaneya Niştimanî ya Dareya 19 birîndar, Nexweşxaneya Niştimanî ya Tefas 6 birîndar û navenda tenduristiyê ya gundê "El-Şecra" 8 birîndar wergirtine.
Rayedarên Sûriyê heta niha derbarê sedema teqînê de ti daxuyaniyek nedane.
Şêniyên gundê Abidîn diyar kirin ku ew nizanin çi bûye; Hinekan amaje kirin ku teqîn ji ber bombeyeke bidestçêkirî an jî hawanê pêk hatiye, hinekan jî teqîna bombeyeke destî di nav girseya bi sedan kesî de, ku piraniya wan zarok bûn, ragihandin.
................................
dawiya peyamê/
Tags
Sûriyê
Daraa
gundê Abidîn
teqîn
Your Comment