19 December 2025 - 23:29
PDK: Gotûbêjên ji bo avakirina kabîneya Herêmê û Bexdayê nabe bên tevlihevkirin

Komîteya Navendî ya PDK ragihand ku tevlihevkirina gotûbêjên têkildarî avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistan Iraqê û hikûmeta federal a Iraqê durust û baş nizane û tekezî ser ewlewiyeta çareserkirina pirsgirêkên herêmê kir.

Li gorî nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Ehl-ul Beyt (s.x) – ABNA- Komîteya Navendî ya PDK`ê piştî civîna berpirsên payebilind ên vê partiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku di vê civînê de pêvajoya avakirina kabîneya dehan a Herêma Kurdistana Iraqê hatiye hilkolandin û hatiye tekezkirin ku di gotûbêja ji bo gihîştina rêkeftinekê ser bingeha encam û mewqiya partiyan di hilbijartinên parlemana Herêma Kurdistan Iraqê de hîn vekirî ne û divê partiyên herêmê rêzê li dengê xelkê bigirin. Komîteya Navendî ya Partiyê her wiha got ku tevlihevkirina gotûbêjên têkildarî pêvajoya avakirina kabîneyên Hikûmeta Herêma Kurdistan Iraqê û hikûmeta federal durust nizane. Lewma pîwîst e destpêkê pirsgirêka Herêma Kurdistanê were çareserkirin û pişt re pêngavên pêwîst û hevbeş ber bi Bexdayê ve werin avêtin. Endamekî rêveberiya YNK`ê ragihand ku peyam û gotinên hejmarek ji berpirsên Partiyê di du rojên borî de nîşanên derketina dubare ya atmosfera du îdareyî li herêmê ye.

Letîf Nirweyî di daxûyaniyekê de got: Her çend ji herdu aliyên Yekîtî û Partiyê re hat ragihandin ku divê ew di vî warî de bi armanca dabînkirina atmosferek aramtir ji bo pêşdebirina gotûbêjên şandeyên herdu aliyan, medyayê û rêberên siyasî di vê rêyê de hevkariyê bikin, beşek ji rêberên partiyan ev rewş derfetek dane zanîn û dest bi gotin û peyamên berbilav û neberpirsiyarane ku naveroka hin ji wan bêhna vegera bo rewşa du îdareyîbûnê dide, kirin. Berdevkê YNK jî bi tekeziya ser vê yekê ku ev partî hîn namzedê xwe yê ji bo serokomartiyê diyar nekiriye û ragihand ku projeyek taybetî ji bo avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê hatiye pêşkêşkirin û YNK dê ji wê paşde venekişe .

Karvan Gezneyî bal kişand ser ferqên di navbera Partî û Yekîtiyê de û got: Nakokiyên di navbera herdu partiyan de li du astan in: Yekem, nêrîna ser hikimdariyê û ya duyemîn parvekirina postan. Wî got: Her du mijar jî giring in lê pirsgirêkek me ya taybetî tune ku em bibêjin tenê postek bûye girêyeke kor di avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistan Iraqê de.

Serepeyv

Your Comment

You are replying to: .
captcha