20 December 2025 - 21:37
Berdewamiya êrîşên balafirên bêmirov ên Rejîma Siyonîst li ser Lubnanê

Çavkaniyên Lubnanê ragihand ku êrîşên nû yên rejîma Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê hene.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyên Navneteweyî ya Ehlêbeyt (S.X) ABNA ـJi zarê El-Neşrah, çavkaniyên Lubnanê ji êrişên nû yên Rejîma Siyonîst li ser başûrê Lubnanê ragihandin.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku balefireke bêfirokevan a Îsraîlê li devera di navbera bajarokên Adşît û El-Taîba yên li başûrê Lubnanê de, otomubîlek kiriye armanc.
Çavkaniyên Libnanî jî ragihandin ku êvariya roja Şemiyê balafirên bê firokevan ên Îsraîlê bajarokê Belîda yê dikeve başûrê Lubnanê bi firrîna esmanê başûrê Lubnanê kirin armanc.
Çavkaniyên hanê diyar kirin ku balefireke bêfirokevan a Îsraîlê maleke vala li bajarokê Belîda kiriye armanc.
Çavkaniyên nûçeyan ên Lubnanî ragihandin ku droneke din a bê firokevan li yek ji xaniyên ku di êrîşên berê de zerar dîtine kir.
Hêjayî gotinê ye ku zêdebûna kêşeyan û zêdebûna êrîşên hewayî yên Rêjîma Siyonîst li başûrê Lubnanê di demekê de ye ku rayedarên Lubnanê ragihandine ku hişyarî ji aliyên Erebî û cîhanî wergirtine ku Rejîma Siyonîst amadekariya operasyoneke leşkerî ya berfereh li dijî Lubnanê dike.
Di vê navberê de medyayên Rejîma Siyonîstî îdia kirin ku artêşa vê rejîmê amadekariya plana êrişa berfireh li dijî çeperên Hizbullahê temam kiriye.
……………..
Dawiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha