Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(S.X)-ABNA-Li Stenbola ku xwedî nifûseke zêdetirî 16 mîlyonî ye, derdora 600 goristan hene. Li bajêr salane derdora 100-110 hezar kes tên binaxkirin û goristanên bajêr her diçe tijî dibin. Ji ber bihabûn û kêmbûna cihan, beşekî niştecihên Stenbolê li dewsa ku miriyên xwe li Stenbolê binax bikin, dibin li bajarên xwe binax dikin. Bi biryara Meclisa Şaredariyê, ji serê sala 2026an şûnde nirxê cihê goran di navbera ji sedî 50 heta ji sedî 200î de giran bû. Nirxê xêratan jî ji sedî 700 zêde bû û derket 500 hezar lîreyî.
Serepeyv
- TIRKÎYA
Your Comment