24 December 2025 - 19:40
Berdewambûna pevçûnan li Ukraynê u serdestbûna ûrisan li çend herêmên din

Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê ragihand ku hêzên çekdar ên vî welatî bajarokê Zarêçnî li herêma Zaporîjîyayê azad kirin.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA- Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê herwiha ragihand ku hêzên çekdar ên vî welatî êrişî binkeyên leşkerî- pîşeyî u enerjîyê yên hêzên çekdar ên Ukraynê kirin. Di daxûyanîya Wezareta Berevanbîyê ya Ûrsêtê da herwiha hatîye ku hêzên Bereya Rojava 210 leşkerên ukraynî, hêzên Bereya Başûr ên Artêşa Ûrsêtê zêde ji 220 leşkerên ukraynî u hêzên Bereya Navendî yên Artêşa Ûrsêtê jî zêde ji 300 leşkerên ukraynî kuştine.

Li gorî vê daxûyanîyê, artêşa Ûrsêtê herwiha êrişî hêzên ukraynî yên li Dîmetrovê kirin u Rodenskî jî ji hêzên hanê ramalîn. Şaredarê Moskowê jî ragihand ku 2 xwofirrên ukraynî dema nêzîkî paytexta Ûrsêtê dibûn, hatin şopandin. 

Serepeyv

R0SYA UKRAYN

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha