26 December 2025 - 16:37
“Muqteda Seder: Normalkirin(“çêkirina têkiliya”) bi rejîma Îsraîlê xeta ye”

Rêberê Tevgera Sedr û her wiha Wezîrê Koçberî yê Îraqê bi tundî li dijî her cûre normalkirina têkiliyên bi rejîma Siyonîst re derketin.”

Li gor agahdariya Ajansa Nûçeyê ya Ehl-ûl-Beyt (s.x) ـ ABNA ـMuqteda Sedr, Rêberê Tevgera Sedr, û her wiha Îvan Faîq Cabro, Wezîra Koçberî ya Îraqê, bi tundî li dijî her cûre normalkirina têkiliyên bi rejîma Siyonîst re derketin.

Wî [Muqteda Sedr] ji rayedar û dezgehên têkildar xwest ku tavilê erka xwe li hemberî her daxwazeke ji bo normalkirina têkiliyên bi Îsraîl re bi cih bînin.

Rêberê Tevgera Sedr diyar kir: Normalîzekirin û rewakirina wê [têkiliyên bi Îsraîl re] li Îraqê cîh nagire.

Wezîra Koçberî ya Îraqê, Îvan Faîq Cabro jî, bi tundî her cure daxuyanî an helwestek ku bang li normalkirina têkiliyên bi rejîma Siyonîst re bike an bi her awayî wê rewa bike, red kir.

Wê [Îvan Faîq Cabro], ya ku Xiristiyan e, got: Van daxuyanî û nêrînan helwesta gelê Îraqê nîşan nadin û vîna rastîn a beşên olî û neteweyî yên Îraqê li xwe nagirin.

…………………

Dawiya Peyamê /

Etîket:

  • Muqteda Sedr
  • Îsraîl"

Your Comment

You are replying to: .
captcha