Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul- Beyt (Silav liwanbin) - ABNA - Ozgur Ozel got ku divê pêşiya pêvajoyê neyê girtin. Wî got: Nabe mirov bikeve wê mantiqê ku bibêje 'Dîrok tije bû, dem qediya, bila aştî nebe û şer hebe'.
Em difikirin ku divê rê li ber diplomasiyê were vekirin. Bêîstiqrariya li Sûriyê feydeyê nade ti kesî."
Ozel got: Divê Ereb, Kurd û Tirk li Sûriyê di nava aştiyê de bijîn. Rêya vê yekê jî destûreke e ku hemî sûrî xwe tê da bibînin. Divê dengên ku ser vê meselê ji Tirkiyê derdikevin di vê xalê de avakar bin."
……………..
Dayiya Peyam/
Your Comment