29 April 2026 - 16:42
Source: kmr.abna24.com
Hişyariya Ewropa der barê binpêkirina demokrasiyê li Tirkiyê û rakirina nûnerên kurd de

Li gorî nûçeya Servîsa Cîhanê , saziyên Ewropî di nameyeke fermî de ji hikûmeta Tirkiyeyê re ragihandine ku girtin û ji kar derxistina şaredarên hilbijartî , bi taybetî li herêmên kurdnişîn , demokrasiya herêmî lawaz dike û raya welatiyan bêbandor dike.

Li gor rapora Ajansa Nûçeyan a Ehlê Beytê (s.x) – ABNA –Saziyên Ewropî di nameyeke vekirî de ji bo hikûmeta Tirkiyeyê, bi eşkereyî fikarên xwe yên kûr li ser rewşa demokrasiya herêmî anîn ziman û hişyarî dan ku girtina dirêj-dem a şaredar û nûnerên hilbijartî , bi taybetî kesayetiyên opozisyonê , mafê dengdanê yê welatiyan lawaz dike û avahiya rêveberiya herêmî bi qeyrana rewabûnê (meşrûiyetê) re rû bi rû dihêle. Ev mijar ji bo herêmên kurdnişîn ên Tirkiyeyê girîngiyeke ducar heye, ji ber ku di salên dawî de piraniya destwerdanên hikûmeta navendî li ser birêvebirina bajaran, rasterast bûye armanca şaredariyên kurdnişîn .

Ev nameya ku ji aliyê raportorên Meclisa Parlementer a Konseya Ewropayê (PACE) , Parlamentoya Ewropayê (EP) û Komîteya Herêmên Ewropayê (CoR) ve hatiye weşandin, rasterast ji bo Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê hatiye nivîsandin û tekez dike ku berdewamiya girtina hilbijartiyên herêmî li dijî prensîpên demokrasiyê, mafên mirov û serweriya yasayê ye.

Îmzekeran bi bîr xistin ku Tirkiye endamê kevnar ê Konseya Ewropayê û namzetê endamtiya Yekîtiya Ewropayê ye û divê li gorî peymanên xwe yên siyasî bimîne.

Her çend di nivîsa nameyê de ji girtina Ekrem Îmamoğlu, Şaredarê Stembolê re hatibe îşaretkirin jî, di pîvana siyasî ya berfirehtir de, ev hişyarî bi rasterastî bi pirsgirêka kurdan ve girêdayî ne. Di deh salên borî de, dehan şaredarên hilbijartî li bajarên kurdnişîn ên başûrê rojhilatê Tirkiyeyê , ku bi piranî ji partiyên nêzî tevgera siyasî ya kurdan bûn, hatin girtin an jî ji kar hatin derxistin û hikûmetê li şûna wan "qeyûm" (berpirsyarên dewletê) an jî serperişt tayîn kirine.

rexnegirên vê siyasetê dibêjin ku ev kiryar bi awayekî pratîkî raya milyonan welatiyên kurd bêbandor kiriye.

Raportorên Ewropî bi îstinada raya Komîsyona Venîsê ya Cotmeha 2025’an , eşkere kirin ku eger girtina berî darizandinê ya şaredarên hilbijartî bi pîvanên Made 5’a Peymana Ewropî ya Mafên Mirov (ECHR) re ne li hev be, encama wê ya rasterast qelskirina demokrasiya herêmî ye.

Ev nirxandin ji bo şaredariyên kurdnişîn zêdetir hestiyar e, ji ber ku li van herêman pirsgirêka nûnertiya siyasî bi daxwazên nasnameyê û mafên çandî re jî girêdayî ye.

Di salên borî de, hikûmeta Tirkiyeyê destwerdana xwe di şaredariyên kurdnişîn de bi nêrînên ewlehiyê û şerê li dijî terorîzmê re rastdar kiriye. Lê saziyên Ewropî û komên mafên mirov carinan gotine ku muameleya ewlehiyê bi rêveberiya herêmî re, çareseriya siyasî zêhtir dike û qelq di navbera hikûmeta navendî û civaka kurd de zêde dike.

Di dawiya nameyê de, karbidestên Ewropî ragihandine ku ew amade ne ji bo xurtkirina demokrasiya herêmî, dadmendî û mafên mirov bi Enqereyê re gotûbêjê berdewam bikin. Lê peyama sereke ya nameyê eşkere ye: bê rêzgirtina li ray û dengdanên welatiyan , bi taybetî li herêmên kurdnişîn , ji nû ve avakirina baweriya siyasî û îstîqrara demokratîk li Tirkiyeyê zehmet be.

………………………….

Dawiya wergerê

Your Comment

You are replying to: .
captcha