Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA — Rajîma sihyonistî Îsraîlê, êrişî 2 keştiyên Fîloya Sumudê ya ku alîkariya mirovî dibe Xezayê kir.
Hat ragihandin ku artêşa sihyonistî Îsraîlê, êrişî keştiyên Fîloya Sumud a Kûrevî ku ji bo şikandina dorpêça li ser Xezayê û gihandina alîkariya mirovî bi rê ketibû, kiriye.
Maseya Krîzê ya Fîloya Sumud a Kûrevî, di derbarê rewşa dawî ya fîloyê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê, li avên navneteweyî êrişî keştiyên bi navên ‘Alcyone’ û ‘Girolama’ yên ku ber bi Xezayê ve diçûn kiriye û gule li wan reşandine.”
Mîsyona Biharê ya 2026’an a Fîloya Sumud a Kûrevî ku armanca wê şikandina dorpêça Îsraîlê ya li ser Şerîda Xezayê û gihandina alîkariyên mirovî ye ku şeva 29’ê Nîsanê li nêzî girava Girîtê, çend mîlên deryayî li derveyî avên herêmî yên Yûnanîstanê, rastî mudaxileya artêşa Îsraîlê hatibû. Di êrişa li avên navneteweyî de ku 600 mîlên deryayî dûrî Xezayê bû, artêşa Îsraîlê 177 aktîvîst desteser kiribûn.
Artêşa sihyonistî Îsraîlê, di 18’ê Gulanê de êrişeke nû li dijî fîloya ku 426 aktîvîstên ji 39 welatan têde cih digirin kir û li avên navneteweyî gelek aktîvîst dîl girt.
.........
Dawiya peyamê/
Your Comment