Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) — ABNA —Rejîma sîyonîst berdewam e li ser berfirehkirina nifûza xwe ya leşkerî û ewlekariyê li başûrê Sûriyeyê. Ev herêm niha an bi rêya dagirkirina rasterast û avakirina baregehên leşkerî û ewlekariyê, an jî bi rêya serweriya agir û kontrola meydanî, ketiye bin desthilata vê rejîmê.
Li gorî rapora rojnameya “El-Exbar” a Libnanê, rejîma sîyonîst di heman demê de hin şertên xwe li ser rayedarên “hikûmeta Colanê” ferz kirine; li gorî van şertan, hêzên leşkerî yên vê hikûmetê destûr nînin ku li deverên başûrê Sûriyeyê bi cih bibin û hêzên ewlekariyê yên hikûmeta Colanê jî tenê dikarin çekên sivik bikar bînin.
Her çend aloziyên li seranserê deverên başûrê Sûriyeyê yên li ser sînorê axên dagirkirî belav bûne, lê di du hefteyên dawî de balê rejîma sîyonîst zêdetir li ser parêzgeha Quneytirê û derdora wê bûye. Li wir, operasyonên lêgerînê, girtina rêyan û kontrolên ewlekariyê ji aliyê artêşa rejîma sîyonîst ve bi awayekî dûvdirêj tên kirin. Kiryarek ku niştecihên herêmê, wekî hewldanek bi armanc ji bo neçarhîştina gel ku malên xwe biterikînin û gundan vala bikin, dibînin.
Topbarana şevê û çêkirina tirsê
Van pêşhatan hevdem in bi berdewamiya aloziyên meydanî li başûrê Sûriyeyê. Aloziyên ku li gorî çavkaniyên herêmî, bi rêya gulebarankirina bi zanabûn a zeviyên çandiniyê di şev de, bi armanca şewitandina berheman û çêkirina tirsê di nav niştecihan de tên kirin.
Çavkaniyekî herêmî di hevpeyvînekê de ligel rojnameya “El-Exbar” dibêje ku firokeyên şer û helîkopterên rejîma sîyonîst jî firînên xwe li bilindahiyên kêm li ser asîmanê başûrê Sûriyeyê zêde kirine. Ji bilî wê, dronên rejîma sîyonîst bi berdewamî li asîmanê Sûriyeyê difirin û niha bi awayekî azad heta derdora Şamê jî diçin.
Girtinên berfireh û koçberkirina bi zorê
Li kêleka van liv û tevgeran, girtina welatiyên sûrî ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîma sîyonîst ve jî berdewam dike. Girtinên ku li gorî niştecihên herêmê, bi temamî bi awayekî rasthatî û bêyî nexşeyeke diyar tên kirin.
Hêzên sîyonîst piştî girtina kesan, wan lêpirsîn dikin û dûv re hinan ji wan serbest berdidin; meseleyek ku bûye sedem ku hejmarek ji ciwanên gundan, cihên jiyana xwe biterikînin û ber bi navçeyên hundirê Sûriyeyê ve koç bikin.
Duh, hêzên leşkerî yên sîyonîst di dema operasyoneke berfireh a lêgerînê de li çend deveran, sê welatiyên sûrî girtin, di nav wan de du kes li zeviya “El-Besalî” li başûrê Quneytirê û kesek din jî li zeviya “Um el-Luqis”. Ev operasyon her wiha gihîşt deverên bakurê Quneytirê û bi êrîşên ser malan re pêk hat.
Nerazîbûna malbatên girtiyan
Di pey berdewamiya girtinan de, malbatên hejmarek ji girtiyan li hember ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Şamê kom bûn û xwepêşandaneke nerazîbûnê li dar xistin, û bi rakirina pankartan, daxwaza azadkirina zarokên xwe yên ku bi awayekî nepenî hatine windakirin, kirin.
Li gorî daxuyaniya organîzatorên vê kombûnê, heta niha 47 welatiyên sûrî ji aliyê rejîma sîyonîst ve hatine girtin û hinek ji wan ji nava malên xwe û hinekên din jî li xalên kontrolê an gerên ewlekariyê bi awayekî nepenî hatine windakirin.
Di vê daxuyaniyê de hatiye gotin ku dosyeya tam a girtiyan radestî Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin û ji Sekreterê Giştî yê vê rêxistinê û saziyên têkildar ên dosyeya windakirinê hatiye xwestin ku ji bo eşkerekirina cihê ragirtina van kesan û azadkirina wan a bêşert û merc, bi lez tevbigerin.
Her wiha malbat daxwaz kirine ku Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor bi lez bikeve cihên ragirtina girtiyan da ku rewşa tenduristiya wan, bi taybetî kesên ku di dema girtinê de tûşî birîndarbûnên giran bûne, bê lêkolînkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin ku hin malbat zêdetir ji endamekî xwe di van girtinan de ji dest dane û di nav girtiyan de xwendekarên dibistan û zanîngehan jî hene.
Ev kom bûn beşek ji nerazîbûnên berdewam ên malbatan e. Wan berê jî li hember avahiya Wezareta Karên Derve ya hikûmeta Colanê li Sûriyeyê, çalakiyên rûniştinê pêk anîbûn û daxwaza xistina dosyeya girtiyan di nav her gotûbêjeke gengaz a vê hikûmetê ligel Îsraîlê de kiribûn. Lêbelê, hikûmeta Colanê heta niha tu berteka fermî li hember vê mijarê nîşan nedaye.
Berfirehbûna nifûza Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê
Rojnameya “Financial Times” ragihandiye ku rejîma sîyonîst ji 7ê Cotmeha 2023an ve heta niha, nêzî hezar kîlometre çargoşe ji axên Xezze, Libnan û Sûriyeyê xistiye bin kontrola xwe. Rûberek ku li gorî nêzîkî 5 ji sedî ya hemû rûberê rejîma sîyonîst di sînorên fermî yên sala 1949an de ye.
Li gorî nivîsa vê rojnameyê, rejîma sîyonîst nexşeyên deverên bi cihbûna hêzên xwe li Xezze û Libnanê weşandiye, lê cihê rast ê bi cihbûna hêzên xwe li Sûriyeyê hêj nehatiye ragihandin.
Rejîma sîyonîst niha li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê amadebûneke berçav heye û kontrola deverên stratejîk di nav de lûtkeya Cebel el-Şêx (Çiyayê Şêx) xistiye destê xwe. Her wiha dewriyeyên leşkerî yên rejîma sîyonîst heta kûrahiya axa Sûriyeyê û heta derdora Şamê jî pêşve diçin; bêyî ku hikûmeta Colanê destwerdaneke rasterast bike.
Rayedarên demkî yên hikûmeta Colanê dibêjin ku balê wan li ser riya siyasî û dîplomatîk e ji bo gihîştina bi peymaneke ewlekariyê ligel rejîma sîyonîst.
.............................
Dawiya peyamê/
Etîket
Rejîma Siyonîst
Başûrê Sûriyeyê
Sûriye
Quneytra
Swêyda
Your Comment