Li gorî nûçegihaniya navneteweyî ya Ehlûl-beytê(S.X) – ABNA – Hate ragihandin ku:Di operasyonên dawî yên Hizbullahê li dijî artêşa rejîma sîyonîst de, Berxwedana Îslamî ya Libnanê nîşan daye ku wê nêçîra fermandarên leşkerî yên meydanî yên dijmin kiriye nav fihrista armancên xwe yên operasyonel. Operasyon û bertekên aliyê sîyonîst nîşana avabûna şerekî agahdarî yê berfireh in. Li cihê ku yekîneyên taybet ên Hizbullahê, bi şopandin û çavdêriya rast, tevgerên fermandarên bilind ên leşkerî yên rejîma sîyonîst nas dikin û paşê jî yekîneyên kargêr ji bo armancgirtina wan dikin harekêt.
Li gorî rapora rojnameya “El-Exbar” a Libnanê, van pêşhatan di demekê de rû didin ku li ser pêşketinên nû yên Berxwedana Îslamî ya Libnanê di warê parastina hewayî û şerê elektronîk de jî tê axaftin. Pêşketinên ku xuya ye şiyana operasyonel a Hizbullahê di qada şer de kiriye qonaxeke nû.
Berxwedana duh (çarşemê) serheng “Meîr Bîderman” fermandarê tîpa zirxî 401 a artêşa rejîma sîyonîst kir armanc, êrîşek ku bû sedema birîndariya wî ya giran. Ev operasyon bi bikaranîna droneke teqemenî li dijî avahiyekê li başûrê Libnanê pêk hat, ku hêzên leşkerî yên sîyonîst lê bi cih bûbûn.
Li gorî ragihandina medyayên rejîma sîyonîst, drone piştî ku ket avahiyê, di hundirê wê de teqiya û bû sedema birîndarbûna efser û hêzeke rezerv a artêşa rejîma sîyonîst. Hin raporên îbrî her wiha ji birîndarbûna heşt leşkerên sîyonîst ên din jî xeber dan.
Berxwedanê her wiha fermandarê bölükeke ji tabûra endezyariyê ya 601 a rejîma sîyonîst – ku li herêmên dagirkirî yên başûrê Libnanê çalak e – kir armanc, û derbeke din jî li yekîneyeke çalak a li ofîsa berdevkê artêşa rejîma sîyonîst da.
Berî vê jî, Hizbullahê li bajaroka “Şomîra” fermandarê tîpa 300 a rejîma sîyonîst bi droneke intiharî kiribû armanc. Êrîşek ku ji wê demê ve wekî nîşanek ji guherîna xwezaya banka armancên Berxwedana Îslamî ya Libnanê dihate dîtin.
Şomîra yek ji girîngtirîn navendên fermandariyê û kontrolê ye nêzîkî sînorê Libnanê, û odeyên operasyonan, pergalên çavdêrîkirinê û navendên piştgiriya lojîstîk ên bi operasyonên artêşa rejîma sîyonîst di eksena rojavayî de li xwe dihewîne.
Berî van her du operasyonan jî, otomobîleke leşkerî ya têkildarî fermandariya meydanî ya rejîma sîyonîst li eksena rojavayî hatibû kirin armanc, her çend artêşa vê rejîmê nasnameya efserê armanckirî bi awayekî fermî ne ragihandibû. Lê dîsa jî, medyayên îbrî ji birîndarbûna endamên tîmeke fermandariya meydanî xeber dabûn.
Dubarekirina vê modela êrîşan di nav demeke kurt de, nîşana nêzîkatiyeke operasyonel a nû ya Hizbullahê ye. Nêzîkatiyek ku li şûna sekinîna tenê ser hêz û alavên dijmin, avahiya fermandariya taktîkî ya artêşa rejîma sîyonîst kiriye armanc.
Ev pêşhat ji ber vê yekê girîng e ku fermandarên meydanî roleke bingehîn di birêvebirina şerên sînorî û hevrêzkirina bertekên lezgîn li hember dron, kemîn û êrîşên moşekî de dilîzin.
Her wiha cûreyê çekên bikarhatî – bi taybetî dronên êrîşker ên rast – ji pêşketina şiyana agahdarî û operasyonel a Berxwedana Îslamî ya Libnanê dixe ber çavan. Qabiliyetek ku şopandin û armancgirtina fermandarên dijmin tewra li xalên xuya ewle û bihêz jî gengaz dike û bûye sedema xemgîniyeke zêde di saziya leşkerî ya rejîma sîyonîst de li ser ewlekariya odeyên fermandariyê û efserên li nêzîkî sînorê Libnanê bi cih bûyî.
Şerê li ser Qeleya Şeqîf
Di vê navberê de, artêşa rejîma sîyonîst hê jî hewl dide eksena leşkerî ya nû ber bi Qeleya Şeqîf li başûrê Libnanê ve veke, lê heta niha nekariye pêşveçûneke meydanî ya domdar bi dest bixe. Ji ber ku berxwedanê bi topbaran, kemîn û armancgirtina tevgerên leşkerî li rêyên ber bi herêmê ve, rê li ber pêşveçûna hêzên leşkerî yên sîyonîst girtiye.
Di rojên dawî de, êrîşên topxane û hewayî yên rejîma sîyonîst li derdora Arnûn, Yehmer el-Şeqîf û bilindahiyên li ser qelê, zêde bûne. Di heman demê de, hêzên israîlî hewl dane ku ji eksena Dêr Seryan – Zûtar Şerqî ve, ji bo dorpêçkirina rêyên dijwar ên ber bi Şeqîfê ve, pêşde biçin.
Li gorî daneyên meydanî, hêzên rejîma sîyonîst ji ber erdnîgariya dijwar a herêmê û agirê giran ê berxwedanê, bi pirsgirêkên giran di pêşveçûnê de rû bi rû mane.
Di rojên bihurî de, komkirin û rêyên tevgerê yên rejîma sîyonîst bi moşek û dronên intiharî hatin armancgirtin, û ev yek bûye sedem ku pêşî li bicihbûna cihên pêşketî li nêzîkî qelê were girtin.
Qeleya Şeqîf yek ji hestiyartirîn xalên başûrê Libnanê tê hesibandin. Ji ber ku çavdêriya rasterast li ser beşên fireh ên başûrê Libnanê û bakurê Filistîna dagirkirî dike û ji ber vê yekê, kontrolkirin an nêzîkbûna wê ji bo rejîma sîyonîst, girîngiyeke stratejîk a bilind heye.
Têkçûna Hêzên Îsraîlê di Ketina Hadataşê de
Di vê navberê de, nûçeyên têkçûna hêzên artêşa rejîma sîyonîst ji bo dagirkirina bajarokê Hadataşê hatine belavkirin. Ev têkçûn, ligel hewildanên berfireh ên Îsraîlê ku bi êrîşên hewayî û topbaranên giran piştgirî didan, rû daye. Artêşa Îsraîlê hewl da ku bi alîkariya buldozer û alavên endezyariyê yên pêşketî, rêyek ji bo pêşdeçûna bejahî ji aliyê “Reşaf” ve ber bi Hadataşê ve veke. Lêbelê, di vê pêvajoyê de, hêzên berxwedanê kemîn danîne û rê li pêşiya wan girtine.
Tevî ku hêzên rejîma sîyonîst çendîn caran hewl dane ku piştî her têkçûnekê, bi şandina tankên nû û hêzên yedek, di bin dorpêça agirê hewayî û topbaran de êrîşa xwe ji nû ve bi rêkûpêk bikin, lê berxwedan berdewam cihên pêşketinê û hêzên piştgirî yên dijmin kirine armanc. Di encama van pevçûnan de, çar tankên “Merkava” hatine jinavbirin û zirarên rasterast gihîştine hêzên êrîşker ên sîyonîst. Di dawiyê de, hêzên rejîma sîyonîst neçar mane ku di bin siya dûmanê de ber bi bajarokê Reşaf ve paşde vekişin, bêyî ku bikaribin li Hadataşê cîhekî mayînde ava bikin an jî xetên berevaniya berxwedanê bişkînin.
Dewama Operasyonên Berxwedanê
Berxwedana Îslamî ya Libnanê her wiha operasyonên xwe yên leşkerî li dijî cih, kombûn û wesayîtên artêşa rejîma sîyonîst li eniyên rojavayî û navendî, herwiha li dijî bajarokên sîyonîstنشîn, domandine.
Di van êrîşan de, berxwedanê sûd ji mûşek, top, mûşekên rêvekirî û dronên întîharî wergirtiye da ku zirarên giran bidin dijmin.
.............................
Dawiya peyamê/
Etîket
Lubnan
Libnana Başûr
Rejîma Siyonîst
Şerê Hizbullah û Rejîma Siyonîst
Hizbullah Libnan
Berxwedana Îslamî
“"Operasyona nêçîra fermandarên meydanî yên dijmin; agahiyên berxwedanê rê ji balafirên bêmirov re vedike"
“Operasyonên dawî yên Hizbullahê li dijî fermandarên meydanî yên artêşa rejîma sîyonîst li başûrê Libnanê nîşan dide ku Berxwedana Îslamî ya Libnanê ketiye qonaxeke nû ya şer.”
Your Comment