Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Wezareta Îstîxbaratê ya Komara Îslamî ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku dijminên “Emerîkî-Siyonîst” û alîgirên wan, bi awayekî zêde hewl didin bi riya operasyonên curbicur şerê hîbrîd (şerê çend-alî) li dijî Îranê bidomînin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser van xalan:
- Rêbazên Dijmin: Hat îdiakirin ku dijmin dixwazin bi destwerdana di mijarên aborî, astengkirina xizmetguzariyên dewletê û teşwîqkirina xwenîşandanan, gelê Îranê li dijî dezgehên dewletê bixin hember hev.
- Çalakiyên Dij-ewlehî: Wezaretê destnîşan kir ku her cure çalakiyên wekî; têkdana asayîşa neteweyî, sîxurî bo dezgehên derve, hevkariya bi medyaya “terorîst” û rûpelên înternetî yên rejîma Siyonîst re, qaçaxçîtiya çekan, karanîna amûrên ragihandinê yên neqanûnî (wek Starlink) û her cure operasyonên terorîstî yên li dijî kes û sazîyan, dê bi awayekî tund ji aliyê dezgehên îstîxbaratê ve werin şopandin û tawanbar radestî dadgehan bên kirin.
- Hişyarî: Di dawiya daxuyaniyê de careke din hat tekezkirin ku kirêgirtiyên dijberên şoreşê, terorîstên li derveyî welat û alîgirên wan, “ji wî agirê ku bi xwe vêdixînin, ewle nabin.”
- .....................
- /Dawiya Peyam
Your Comment