Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Şêx Îsa Qasim, rêberê ruhanî yê şîayên Bahreynê, bi tundî li dijî fermana nû ya şahê Bahreynê ya derbarê “ji nû ve rêkخistina rêveberiya weqfên îslamî” derket.
Şêx Îsa Qasim di peyameke xwe de li ser tora civakî ya X-ê nivîsî: “Ev qanûn, rêveberiya weqfan ji destên pêbawer (emîn) distîne û dide destên xayin; her wiha wê ji rêya xizmeta qencî û başiyê, ber bi gendelî û xwarbûnê ve dikişîne.”
Şêx Qasim tekez kir ku ev guhertin, rêveberiya weqfê ji bin “wilayeta şer’î” ya ku xwediyê weqfê destnîşan kiriye derdixe û radestî saziyeke dike ku tu mafê wê yê destwerdanê di wan de nîne.
Wî her wiha anî ziman ku ev pêvajo bi awayekî eşkere li dijî prensîbên sabit ên fiqha îslamî ya di warê weqfan de ye; prensîbên ku li ser “rêzgirtina li niyeta xwediyê weqfê” û “parastina serxwebûna milkên weqfkirî” disekinin.
Your Comment