Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Dani Citrinowicz, lêkolînerê Enstîtuya Lêkolînên Ewlehiya Neteweyî ya Zanîngeha Tel Avivê, di gotarekê de ku ji aliyê rojnameya “El-Quds El-Erebî” ve hatiye weşandin, nivîsiye: Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê de bi armanca rûxandina rejîma Îranê dest bi karzareke leşkerî kirin, lê ev plan ji destpêkê ve li ser bingeha texmînên şaş û naskirineke kêm a avahiya siyasî û civakî ya Îranê hatibû avakirin.
Wî da zanîn ku ev operasyon, ku wekî yekem hewldana Îsraîlê ya ji bo tunekirina fermandarekî li welatekî biyanî tê bîranîn, li ser bingehê hesabên ne-realîst hatibû dîzaynkirin; di nav wan de xeyala lawazbûna zêde ya rejîma Îranê û heta hin planên wekî bikaranîna kurdan ji bo bêîstîqrar-kirina rewşa navxweyî ya Tehranê hebûn.
Citrinowicz eşkere kir ku tenê sê roj piştî destpêkirina vê êrîşê, diyar bû ku armanca guhertina rejîmê ya li Îranê nayê pêkanîn; tevî vê yekê jî, şer bêyî hedefeke stratejîk a diyarkirî berdewam kir.
Ev analîstê îsraîlî wiha dewam kir ku tevî hin destkeftiyên taktîkî jî, ev şer di dawiyê de bû sedema rewşekê ku ji rewşa beriya destpêkirina şer gelekî xerabtir e. Li gorî gotina wî, niha li Îranê rêveberiyeke ciwantir û tolhildêrtir li ser kar e û Supaya Pasdaran di pêvajoya biryargirtinê de roleke girîngtir bi dest xistiye.
Wî her wiha tekez kir ku di qada nukleerî de jî encamên şer ne li gorî berjewendiyên Îsraîlê bûn û heta eger lihevkirinek jî çêbibe, naveroka wê dê tenê bi sozên li ser çavdêrî û rawestandina dewlemendkirinê re sînordar be; tiştek ku Îran berê jî heta radeyekê ji bo wê amade bû.
Ev rayedarê berê yê îsraîlî bi baldarî li ser stokên uranyuma dewlemendkirî ya Îranê rawestiya û got ku Tehran hîn jî bi sedan kîlogram uranyuma 60% û mîqdarên zêdetir di astên nizm de di destê xwe de digire û ne diyar e ku di pêşerojê de kîjan saziyê karibe pêkanîna her cûre sînordarkirineke muhtemel garantî bike.
Citrinowicz her wiha bandorên herêmî û navneteweyî yên vê şerî nirxand û nivîsî ku kontrola Îranê ya li ser Tengava Hormuzê û astengiya di herikîna enerjiyê de, bûye sedema ziyanên aborî yên berfireh û ti çareseriyeke leşkerî ya bibandor ji bo wê nehatiye pêşkêşkirin.
Li gorî baweriya wî, yek ji encamên herî girîng ên vê pevçûnê, zirareke mezin a li ser pozîsyona Îsraîlê di raya giştî ya Amerîkayê de ye; bi awayekî ku niha Îsraîl ne tenê wekî ajokarê şer, belkî wekî aliyekî şerekî têkçûyî tê dîtin ku zirar daye aboriya Amerîkayê jî.

.............
Dawiya peyamê
Tags
Îsraîl
Rejîma Siyonîst
Amerîka
Îran
Şerê di navbera Îran û Amerîkayê de
Your Comment