Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Şirovekarekî îsraîlî bi rexnegirtina ji awayê vegotina medyayî ya dagirkirina Keleha "Şeqîf" (Bofort) li başûrê Libnanê, ev kiryar weke hewlek ji bo tamîrkirina rûmeta siyasî ya serokwezîrê rejîma siyonîst û varkirina bala giştî ji pirsgirêk û têkçûnên artêşa vî rejîmê li eniya bakur binav kir.
"Xen Ertesî Serûr" di nivîsekê de nivîsand ku piştî ragihandina dagirkirina dûbare ya Keleha Şeqîfê, dezgeha siyasî û leşkerî ya Îsraîlê pêlekeke berfireh a propagandaya medyayî da destpêkirin û hewl da ku vê bûyerê weke semboleke hêz û serfiraziya artêşa Îsraîlê bide nasîn.
Li gorî nivîsa wî, Netanyahu bi îşareta vekolîna dûbare ya vê cihê stratejîk, îdîa kir ku hêzên îsraîlî piştî salan careke din vegeriyane Şeqîfê û vê carê "ji berê yekgirtîtir û bihêztir in", lê ev vegotin bi rastiyên siyasî û meydanî re li hev nake.
Ev nivîskarê îsraîlî tekez kir ku Netanyahu di gotinên xwe de îşaretekê bi vê mijarê nekir ku şerê navdar ê Şeqîfê di sala 1982'an de destpêkerek bû ji bo salên hebûna biha û zerardar a artêşa Îsraîlê li Libnanê; hebûneke ku bû sedema kuştina sedan leşkerên îsraîlî û çêbûna krîzên siyasî û civakî li hundurê vî rejîmî.
Li gorî baweriya wî, dagirkirina dûbare ya Şeqîfê ji wê yekê ku bibe destkevteyeke stratejîk, zêdetir serfiraziyeke taktîkî û sinorkirî ye ku di asta siyasî û medyayî de bi giranî mezin hatiye nîşandan. Serûr di heman demê de nivîsand ku navê Şeqîfê ji bo beşeke berçav a îsraîliyan ne sembola serfiraziyê, lê bîrveanîna salên zerarê, windahiyên mirovî û hebûna bêencam li Libnanê ye.
Ev şirovekar bi îşareta berdewamiya nakokiyên navxweyî li axên dagirkirî yên li ser awayê birêvebirina şer, tekez kir ku îdîaya vegera "cuda" ya li Şeqîfê bi rastiyê re li hev nake û rewşa îro ya Îsraîlê ji aliyên cuda ve ji dehayên borî aloztir e.
Hişyariya serokê navenda ramanê ya ewlekariya Îsraîlê
"Tamîr Hêyman", serokê Navenda Lêkolînên Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê (INSS), jî di nirxandina guherînên li başûrê Libnanê de tekez kir ku berfirehkirina operasyonên leşkerî yên artêşa Îsraîlê li axa Libnanê, di nav de dagirkirina Keleha Şeqîfê, ji armanceke stratejîk a zelal bêpar e û heke berdewam bike dikare bibe barekî operasyonî yê giran ji bo Tel Avîvê û lêçûnên giran bi xwe re bîne.
Li gorî wî, dagirkirina Şeqîfê û deverên derdora wê her çend ji perspektîfa taktîkî girîng e, lê bi tenê nikare guherîna hevsengiyên ewlekariyê li eniya bakur bike. Hêyman di heman demê de tekez kir ku dagirkirina van deveran dê ne bibe asteng li ber şiyana Hizbullahê ya pêkanîna êrîşên bi îha û moşekan.
Serokê navenda lêkolînên ewlekariya neteweyî ya Îsraîlê di dawiyê de hişyarî da ku baldanîna tenê li ser kiryarên leşkerî, bêyî xêzkirina asoyeke siyasî ya diyar, dê tenê bibe sedema zerarkirina kapasîteya lojîstîkî û zêdekirina lêçûnên artêşa Îsraîlê.
............
Dawiya peyamê /
Etîket (Tag):
- Hizbullah
- Rejîma siyonîst
- Libnan
- Îsraîl
- Berxwedan (Muqaweme)
Your Comment