Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —
Peyama Trump ji bo Îranê: “Bes e”
Trump di peyameke rasterast de ji bo Tehranê got: “Ez ji Îranê re dibêjim, we mûşekên xwe fîşekandin,(avetin) êdî bes e.” Navborî daxwaz kir ku alî bi şêwazekî lezgîn vegerin ser maseya danûstandinan û li ser bidawîkirina nakokiyan li hev bikin.
Nêzîkbûna lihevkirinê
Serokê berê yê Amerîkayê îdîa kir ku beriya van bûyerên dawî, her du alî nêzîkî gihîştina bi rêkevtinekê bûne û got: “Min dixwest bibêjim ku rêkevtina bi Îranê re roja duşemê, an belkî sêşemê an çarşemê dê hatibûya îmzekirin.”
Helwesta derbarê êrişên li ser Beyrûtê
Derbarê êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Beyrûtê (Dahiye) de, Trump bi eşkereyî nerazîbûna xwe nîşan da û got ku ev êriş bêyî kordînasyon û agahdarkirina wî hatine kirin.
Peyam bo Netanyahu: “Bersiv nede”
Trump di dawiya daxuyaniyên xwe de ragihand ku ew ê di demeke nêzîk de bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re têkilî dayne û daxwaz jê bike ku ti bersiveke leşkerî li hember êrişên Îranê nede, ji ber ku li gorî wî, ev êriş alîkariya pêvajoya danûstandinan nakin.
Di vê navberê de, Trump destnîşan kir ku artêşa Amerîkayê di rewşa amadebaşiyê de ye.
………….
Dawiya Peyam/
Your Comment