Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Emîndarê Giştî yê Ketîbeyên Seyidûlşuheda behsa amadekariya şer dike, gefan li Îsraîlê dixwe û piştevaniya xwe ya ji bo Îranê dubare dike.
Îran û Îsraîlê duh bi şev carek din êrişî hev kirin, li gorî Îranê agirbest xilas bûye û rageşiya li herêmê dewam dike. Bi hêceta ku Îsraîl êrişî Lubnanê dike, şeve din Îranê dest bi êrişan kir.
Emîndarê Giştî yê Ketîbeyên Seyidulşuheda Ebu Ala El-Welaî derbarê mijarê de helwesta xwe ragihand.
Ebu Ala El-Welaî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya X (Twitter) behsa amadekariya şer dike, gefan li Îsraîlê dixwe û piştevaniya xwe ya ji bo Îranê ragihand.
Herwiha Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê jî bi daxuyaniyekê de ragihand, ger Amerîka destwerdanê di vê rûbirûbûnê de bike, wê bingeh û berjewendiyên wê yên li Iraq û herêmê bibin armanc.
Gefên komên çekdar ên Iraqê di demekê de ne ku hikûmeta Bexdayê hewl dide komên çekdar ên li Iraqê hemû bêçek bike.
.................
Dawiya Peyam/
Your Comment