Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Qerargeha Navendî ya Xatem el-Enbiya (S) di daxuyaniyekê de ragihand ku li hemberî “şerkarî û êrîşên artêşa Amerîkayê li ser deverên başûrê parêzgeha Hurmozganê”, biryara girtina temam a Tengava Hurmuz hatiye standin.
Di vê daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku ji vê kêliyê pê ve, Tengava Hurmuz ji bo her
cure keştiyekê, çi neftkeş be û çi keştiya bazirganî, bi temamî girtî ye. Her wiha hat tekez kirin ku her cûre tevger û derbaskirin, dê bibe armanca lêdanê.
Daxuyaniya Hêza Deryayî ya Sepahê Pasdaran:
Di heman demê de, Hêza Deryayî ya Sepahê Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku ev biryar piştî “binpêkirinên dubare yên agirbestê ji aliyê dijminê Amerîkî ve” hatiye standin.
Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn: “Em hişyar dikin ku ti keştiyek ji lengergehên xwe yên li Kendava Fars û Deryaya Omanê tevnegerin. Nêzîkbûna li Tengava Hurmuz, wekî hevkariya bi dijmin re tê dîtin.”
Her wiha hat ragihandin ku hêzên deryayî yên Îranê, du keştiyên ku dixwestin sînorê Tengava Hurmuz binpê bikin, kirine armanc û lê dane. Qerargehê her wiha îdiayên Amerîkayê yên derbarê derbasbûna keştiyan ji vê tengavê bi tundî red kir.
Nûçeyên dawî nîşan didin ku ji çend saetan ve, qonaxeke nû ya êrîşên Amerîkayê li ser deverên peravî yên başûrê Îranê dest pê kiriye û rewşa ewlehiyê ya li herêmê gihîştiye asta herî bilind.
…………
Dawiya Nûçeyan
Etîket: #Îran #TengavaHurmuz #XatemelEnbiya #Amerîka #KendavaFars #Şer
Your Comment