11 June 2026 - 10:48
Erdogan û Netanyahu ketin qirika hev

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Hewlêr (Rûdaw) - Aloziya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de gihîşt asta herî bilind.

Piştî ku Erdogan, Netanyahu wekî Hîtler pênase kir, Netanyahu jî ji Erdogan re got "dîktator û kujerê Kurdan".

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di bersiveke tund de Serokwezîrê Îsraîlê wekî "pisporê komkujiyê" bi nav kir.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê 10ê Hezîrana 2026an nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da û got:

"Ew tohmetên bêbingeh û provokatîf ên li dijî Serokkomarê me, tenê hewldaneke Netanyahu û hevparên wî yên sûc e da ku raya giştî ya cîhanê bixapînin."

Her wiha Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Netanyahu wekî "pisporê komkujiyê" pênase kir û ragihand:

"Ew derew nikarin tawanên wî yên giran veşêrin."

Hat destnîşankirin ku Tirkiye hewl dide Netanyahu li dadgehên navneteweyî baca kiryarên xwe bide.

Erdogan: Netanyahu Hîtlerê serdemê ye

Ev şerê devkî piştî wê yekê dest pê kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de bi tundî êrişî Îsraîlê kir û got:

"Îsraîl êdî ji bo tevahiya mirovahiyê bûye gef. Beriya 85 salan, bêdengiya li hemberî Hîtler bû sedema mirina 80 milyon kesan.

Îro jî komkujiyên qesabê Xezeyê, Netanyahu, mîna yên Hîtler bi bêdengî tên temaşekirin."

Erdogan hişyarî da û diyar kir ku "êrişên Netanyahu yên li ser Sûriye û Libnanê, êdî rasterast gefê li Tirkiyeyê jî dixwin."

Netanyahu: Erdogan komkujiyê dike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bêdeng nema û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê bi tundî bersiv da Erdogan û got:

"Erdoganê dîktatorê antîsemîtîk ku komkujiyê li dijî Kurdan dike û piştgiriya rêxistina terorîst a Hemasê dike, kesê herî dawî ye ku bikaribe dersa exlaqê bide Îsraîlê."

Serokwezîrê Îsraîlê parastina artêşa welatê xwe kir û ew wekî "artêşa herî biexlaq a cîhanê" bi nav kir.

Netanyahu da zanîn ku ew dê li dijî Îran û hêzên bi ser wê ve pêngavên xwe bidomînin.

Ev aloziya dîplomatîk di demekê de ye ku pêwendiyên Enqere û Tel Evîvê gihîştine asta herî nizm a dîroka xwe.

Sedema vê rewşê jî şerê Xezeyê û operasyonên leşkerî yên Îsraîlê ne.

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha