13 June 2026 - 09:40
Source: kmr.abna24.com
İhtîmalê sefera Vanes bo Cenevreyê ji bo îmzaya peymanekê bi Îranê re

Bi navbeynkarîya Qatara, Vanes divê di rojên pêş de li Cenevreyê bi Îranê re peymanekê îmze bike

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —«Wall Street Journal» îdia kir ku ew formula rêkeftinê ya ku hefteya borî şandeya Qeterî ji Tehranê anîye, bûye xalekî werçerxan û rê li ber sefera «J.D. Vance», Cîgirê Serokê Amerîka, bo Cenevreyê xweş kiriye da ku tifaqa navbera Amerîka û Îranê îmze bike.

Rojnameya navborî bi veguhestina gotina rayedarên herêmî ragihand ku kêmkirina dorpêçan (sanksiyonan), berî ku Îran di mijara bernameya xwe ya navokî de gavên zelal bavêje, pêk nayê. Herwiha tê payîn ku piştî îmzekirina vê rêkeftinê, danûstandinên teknîkî yên zêdetir li ser mijarên aloztir li Îslamabadê bên kirin.

Di vê navberê de, «Donald Trump», Serokê Amerîkayê, biryar daye ku ji serokên cîhanê daxwaz bike ku hewlên xwe yên çavdêriyê li Tengava Hurmuzê zêdetir bikin.

Jêderekî rojavayî ji bo ajansa «Reuters» piştrast kir ku îmzekirina vê tifaqa navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îranê ji bo rawestandina şer, dibe ku heta roja Yekşemê bigihe encamê û destnîşan kir ku Cenevre cihê herî muhtemel e bo lidarxistina van danûstandinan.

Vî jêderî da zanîn ku nivîsa peymanê hîn di qonaxa amadekirinê de ye û Îran li ser helwesta xwe ya ku divê ev rêkeftin bi dawîbûna şerê li Lubnanê re girêdayî be, israr dike.

………..

Dawiya Peyam/

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha