15 June 2026 - 15:25
Medyaya Îsraîlî: Peymana Têgihiştinê ya di navbera Îran û Amerîkayê de serkeftina Dîplomasî ya Tahranê nîşan dide

Çavdêrên siyasî û medya li Filistîna dagirkirî dibînin ku gihîştina peymaneke têgihiştinê di navbera Îran û Amerîkayê de, veguhertineke stratejîk a pir girîng di dîmena herêmî de temsîl dike. Ev yek nîşana serkeftina Tehranê ya bi riya rêçika dîplomatîk e di xurtkirina hebûna xwe ya herêmî û ji nû ve şekilkirina qaîdeyên hevsengiyê de, li hember vê yekê, kêm bûna bandora amûrên zextê yên “îsraîlî” heye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Li gorî şîroveyên ku di medya îsraîlî de hatine weşandin, ev têgihiştina ku behsa kêmkirina rageşiyê û vekirina rêyên aramiyê li ser hemû eniyan dike (tevî eniya Libnanê), di navendên ewlehî û siyasî yên li Filistîna dagirkirî de, wekî lawazbûna şiyana “Îsraîlê” ya ji bo bandorkirina li ser biryarên navneteweyî yên têkildarî dosyeya Îranê tê şîrovekirin.

Barak Ravid: Biryareke amerîkî ya yekalîker ji bo piştrastkirina têgihiştinê

Di vê çarçoveyê de, rojnamevanê îsraîlî Barak Ravid di hevpeyvîneke xwe de li gel Kanala 12ê diyar kir ku Waşingtonê bi mebesta piştrastkirina şêwazê têgihiştina li gel Îranê gav avêtiye û peyamên ku ji serkirdayetiya “Kiyanê” re hatine şandin, di naveroka xwe de tekezî li ser pêwîstiya bidawîanîna rageşiya herêmî dikirin. Ravid ji rayedarekî pilebilind ê amerîkî veguhast ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Netenyahu re gotiye: “Dem hatiye ku şer bi dawî bibe.” Ev jî ji aliyê şîrovekaran ve wekî nîşana kêm bûna bandora “Îsraîlê” li ser biryarên Amerîkayê tê dîtin.

Yaron Avraham: Waşingtonê şertên Îranê pejirandine

Ji aliyê xwe ve, rojnamevan Yaron Avraham ji rayedarên ewlehiyê yên li Tel Avivê, hişyariyên derbarê vê yekê veguhast ku ev têgihiştina nû “zirarê digihîne berjewendiyên ewlehiyê yên krîtîk ên kiyanê” û da zanîn ku Washingtonê daxwazên Îranê bi awayekî berfireh di çarçoveya peymanê de pejirandine.

Yonatan Lis: Tel Aviv ji şirîk, bûye temaşevan

Di şîroveya xwe ya di rojnameya Haaretz de, nivîskar Yonatan Lis dibêje ku çîna siyasî ya li Tel Avivê di rewşeke arîşeya dîplomatîk de ye û eşkere kir ku kiyanê ji pozîsyona şirîkê stratejîk veguheriye pozîsyona temaşevanê guhertinên herêmî, bêyî ku şiyana wê ya rastîn a bandorkirinê hebe.

Tsvi Bar’el: Sînordarkirina azadiya liv û tevgerê

Pisporê karûbarên herêmî Tsvi Bar’el diyar kir ku têgihiştinên nû nîşana şiyana Tehranê ya ji bo bandorkirina li ser qaîdeyên pevçûnê ye; ew bi rêya ferzkirina hevsengiyeke berfireh a ji bo kêmkirina rageşiyê li ser hemû eniyan.

Ben Caspit: Belgeya teslîmbûna siyasî

Di rojnameya Maariv de, şîrovekar Ben Caspit vê yekê wekî “veguhertineke dijwar” a pozîsyona kiyanê bi nav dike û peymanê wekî belgeya lawazbûna şiyana hikûmetê ya ji bo ferzkirina şertên xwe li hember Washington û Tehranê dinirxîne.

Yaakov Nagel: Xerabûna têgihîştina stratejîk

Şêwirmendê ewlehî yê berê Yaakov Nagel hişyarî da ku rêçika heyî dibe ku bibe sedema xerabûna zêdetir a sîstema parastinê.

Avi Ashkenazi: Veguhertineke stratejîk a neçaverêkirî

Analîstê leşkerî Avi Ashkenazi dibîne ku artêş bi pêşhateke neçaverêkirî re rû bi rû maye; ew jî peymaneke ku firehiya siyasî û aborî dide Îran û hevpeymanên wê.

Ben Dror Yemini: Xurtkirina eniya Îranê

Şîrovekar Ben Dror Yemini mukur hat ku pêşhatên niha dikarin hêza wan hêzên ku li gel Tehranê ne, xurtir bikin.

Michael Milstein: Bidawîbûna sermestiya şer

Lekolînerekî di Navenda Dayan a Zankoya Tel Avivê de, Dr. Michael Milstein tekez kir ku qonaxa yekem a rageşiyê bêyî encamên yekalîker bi dawî bûye û Washingtonê sînorên zelal ji bo tevgerên leşkerî danîne.

Etikît:

  • Filistîna dagirkirî
  • Pisporên siyonîst
  • Peymana têgihiştinê ya di navbera Îran û Amerîkayê de

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha