16 June 2026 - 13:58
Peyvek bes e! (Nîşe)

“Rêveberê Giştî yê Rojnameya Keyhanê Huseyîn Şerîetmedarî di gotara xwe de tekez kir ku: Bêguman Rêberê me yê Şehîd jî rexneya avaker û dadperwerane bi pêwîst didît. Lewra eger şaşiyên berpirsan neyên rexnekirin û raya giştî li ser wan neyê ronîkirin, xetereya xwarbûnê (ji rêya rast) dikare derkeve holê.”

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —

Peyvek bes e! (Nîşe)

1- Li vê beşê ji gotinên Îmamê me yê şehîd binêrin; ew bi rewşeke ku xemgîniyê dihewîne dibêje:

«Ev ku hûn kesekî wekî dijberê Welayetê, dijberê bîrûbaweriyê û nizanim çi bi nav bikin û paşê komek mirov rabin û li dijî wî sloganan biavêjin û meclîsê têk bidin. Ez bi van karan re ne razî me. Eger ew kesên ku van karan dikin bi rastî hizbullahî û bawermend in, baş e, bila nekin. Hûn dibînin ku teşxîsa me ev e ku ev yek zirarê dide welat. Ev ne ji bo berjewendiyê ye. Bila bi hestên xwe li vir û wir li dijî vî û wî sloganan neavêjin. Ev sloganavêtin tu tiştî pêş naxin. Van hêrsan ji bo ciyê pêwîst biparêzin. Divê bi tundî ji wê yekê dûr bikevin ku li hember serokên welat, li hember Serokkomar û kesên din, di şert û mercên wiha giring ên navneteweyî û navxweyî de, heqaret were kirin. Eger guman dikin ku guh nadin van gotinan, baş e, hesabê wan ji hev cuda ye. Lê ew kesê ku guh dide van gotinan û pêgir e ku li dijî pîvanên şer’î tevnagere, divê baldar bin û van karan nekin.»

2- Duh û şeva çûyî, medyayên ziman-farisî yên dijberê şoreşê, bi belavkirina çendcarî ya yek ji wan xwepêşandanên ku tê de heqaret li hinek berpirsên welatê me hatibû kirin, israr dikirin ku amadebûna berfireh, bêhempa û ya sed û çend rojan a gelê fedakar ê Îranê li seranserê welat wekî ber bi dawîbûnê nîşan bidin(!) û qelş û şikestina di yekgirtina pîroz a milet de, ku xeyala têkçûyî ya dijmin e, [bi xeyala xwe] nêzîk nîşan bidin! Xuya ye ku bi xwe cenabê Îmamê me yê şehîd jî rexneya dadperwerane û xêrxwazane bi pêwîst didît, çimkî eger şaşiya berpirsan neyê rexnekirin û ronahî neyê xistin ser wê, xetereya xwarbûnê (ji rê) heye. Lê heqareta li berpirsan, ew jî di van şert û mercên pir hesas ên niha de, nayê qebûlkirin. Rêberê Mezin ê Şoreşê di beşek ji peyama xwe ya 7ê Xezelwerê de dibêje: «Pêwîst e yek bi yek wan kesên canfîda yên ku dilê wan ji bo Îslam û Şoreşê an ji bo serxwebûn û serbilindiya Îranê lê dide, ji vir şûnde, zêdetir ji berê, ji bo parastina yekîtiya refên bihevgirêdayî yên milet hewl bidin, û nakokiyên neheq û heta yên heq jî, nekin sedema nakokî û dabeşbûnê, û bi gotin û bi kiryar, bibin nîşaneya yekgirtin û hevgirtina milet…»

Heman! Û bi gotina Şêx Behayî;

Dil got ji min re zanîna ledunî hewes e

Hînî min bike eger destê te tê

Min got: Elîf, got: Yê din? Min got: Tune

Di malê de eger kesek hebe, yek tîp bes e!

Huseyîn Şerîetmedarî

Your Comment

You are replying to: .
captcha