16 June 2026 - 18:28
Source: kmr.abna24.com
“EL-Sîsî: Ev peyman dikare alîkariya kêmkirina rageşiyên herêmî bike û bibe gavek ber bi aramiyê ve.”

Serokkomariya Misrê di daxuyaniyekê de ragihand ku Ebdulfetah Sîsî, serokkomarê vî welatî, ji lihevhatina ku di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê de hatiye peydakirin, piştgirî kiriye û vê lihevhatinê wekî gavek ji bo kêmkirina tansiyonên herêmî û tevgera ber bi aramiya zêdetir ve nirxandiye.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt (s.x) — ABNA —Ofîsa (Nivîsgeha)Serokomariya Misirê di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokomar “Ebdulfettah El-Sîsî” pêşwaziya rêkeftina di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Komara Îslamî ya Îranê de kiriye.

Li gorî daxuyaniya serokomariya Misirê, ev rêkeftin dikare alîkariya kêmkirina asta rageşiyên ku herêm di heyama dawî de pê re rûbirû bûye bike û zemîneyê ji bo gavavêtina ber bi aramiyeke zêdetir ve amade bike. Di daxuyaniyê de herwiha hatiye tekez kirin ku Serokomarê Misirê li ser girîngiya parastina rewşa aramiyê û pêşîgirtina li vegera rageşiyan li herêmê, xwedî helwest e.

Di berdewamiya daxuyaniyê de, El-Sîsî tekezî li ser pêwîstiya domandina aramiyê li Kerta Xezeyê kir û daxwaza hêsankirina derbaskirina alîkariyên mirovî bo wê herêmê kir.

Hêjayî gotinê ye ku Sekreteriya Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî roja duşemê bi derxistina daxuyaniyekê derbarê rêkeftina bidawîanîna şer di navbera Îran û Amerîkayê de tekez kir ku li gorî rêkeftinên hatine kirin, şer û operasyonên leşkerî li hemû eniyan, di nav de Libnanê jî, ji şeva yekşemê ve bi awayekî lezgîn û mayînde bi dawî bûne; herwiha dorpêça deryayî ya li dijî Îranê jî demildest û bi temamî hat rakirin.

Şehbaz Şerîf, Serokwezîrê Pakistanê, berbanga roja duşemê bi dema xwecihî, di peyamekê de nûçeya bidestxistina rêkeftina aştiyê ya di navbera Amerîka û Îranê de ragihand. Wî li ser hesabê xwe yê torên civakî (X) nivîsand: Rêkeftina aştiyê di navbera DYA û Komara Îslamî ya Îranê de hatiye bidestxistin. Her du aliyan ragihandine ku operasyonên leşkerî li hemû eniyan, bi taybetî li Libnanê, bi awayekî lezgîn û mayînde bi dawî bûne. Merasîma îmzekirina fermî ya vê rêkeftinê dê roja înê, 19ê Hezîranê (29ê Xermananê), li Swîsreyê were lidarxistin.

Wî herwiha got: “Em spasiya pabendbûna Amerîka û Îranê ya ji bo dîtina çareseriyeke dîplomatîk bo bidawîanîna şer dikin.”

………..

Dawiya Peyam/

Peyvên Kilît:

Amerîka، Îran، Xezze، Misir، Ebdulfettah El-Sîsî، Lubnan، Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha