Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA –Peyama Abdullah Öcalan bo Sêyemîn Konferansa Mezin a “Îslama Demokratîk”
«Bo Sêyemîn Konferansa Mezin a Îslama Demokratîk…
Îslam di cewhera xwe de, tevgereke mezin a heqîqeta civakî ye ku li ser bingehê nirxên azadî, dadmendî û wekheviya civaka exlaqî û siyasî hatiye avakirin. Civaka Îslamî ya pêşîn ku bi pêşengiya Hz. Muhemmed(s.x.a) ava bû, wekî tevgereke bihêz a civaka demokratîk li hemberî çînên civakî, îstîsmar û desthilatdariya eşîrî ya ku ji aliyê şaristaniya dewletparêz û desthilatdar ve dihat sepandin, mezin bû û pêş ket.
Lê belê di dirêjahiya dîrokê de, ev cewhera azadîxwaz û civakî ya Îslamê, gav bi gav kete bin dorpêça kevneşopiyên dewletparêz û desthilatdar. Di pêvajoya ku bi Emewiyan re dest pê kir de, dîn ji nîzama jiyanê ya exlaqî û civakî dûr ket û bû amûrek bo rewakirina dewletê; bi vî awayî damarên demokratîk û azadîxwaz ên Îslamê hatin lawazkirin. Îro jî, çi Îslama fermî ya dewletê be û çi hin pêkhateyên mezhebger ên ku dixwazin dest deynin ser desthilatê, di rastiyê de berdewamiya cûreyên cuda yên vê şaşiya dîrokî ne.
Tekezkirina li ser Peymana Medîneyê
Têgihîştina Îslama demokratîk, tê wateya vegera li nirxên exlaqî, wijdanî û azadîxwaz ên ku di cewhera Îslamê de veşartî ne. Yek ji girîngtirîn referansên dîrokî yên vê vegerê, “Peymana Medîneyê” ye. Peymana Medîneyê, peymaneke civakî ya demokratîk bû ku derfet dida bawermendên dînên cuda, nasname, çand û civakên cihêreng ku bi parastina taybetmendiyên xwe û li ser bingehê prensîbên jiyana hevbeş bi hevre bijîn. Ji vê nihêrînê ve, ev peyman yek ji mînakên pêşîn ên piralîxwazî û demokratîk di dîroka mirovahiyê de ye.
Cîhada rastîn, têkoşîna bênavber a mirov e bo rizgarbûna ji xwestekên desthilatdar ên di nava xwe de, ji xwenîşandêrî, xwesteka serdestiyê û her cure zilmê. Têkoşîna herî mezin, hewldana mirov e bo guhertina xwe û gihîştina heqîqetê. Bêyî çanda rexneya xwe (xwerêxnekirinê), ne azadiya takekesî û ne jî azadiya civakî dikare geş bibe.
Prensîba “Şûra” (Encûmen) di Îslamê de jî, yek ji nirxên bingehîn ên civaka demokratîk e. Şûra bi wateya derketina holê ya hişmendiya kolektîf a civakê, biryargirtina bi rêbazên beşdariyê û vekirîbûna rêveberî û birêvebirina karûbar li hemberî çavdêriya civakî ye. Kokên dîrokî yên siyaseta demokratîk, demokrasiya xwecihî û jiyana şirîk (hevpar), dikarin di vê nihêrînê de bên dîtin.
Îro ya ku pêwîst e, ne xistina Îslamê di xizmeta dewlet, desthilat û sermayeyê de ye, belku vegerandina wê ye bo xizmeta civaka exlaqî, siyaseta demokratîk û jiyana azad. Dîn divê wijdanê civakê be, ne amûra desthilatê. Heqîqet tenê di çarçoveya rêxistinbûna azad a civakê de wate dibîne.
Tu nêrînek ku azadiya jinê înkar bike, nûnertiya cewhera Îslamê nake
Tu nêrînek ku azadiya jinê paşguh bike, xwezayê tenê wekî amûrek bo talankirinê bibîne û di navbera gelan de dijminatiyê ava bike, nikare nûnertiya cewhera Îslamê bike. Îslama demokratîk, nêrîneke exlaqî ya jiyanê ye ku azadiya jinê, ekolojî, hevgirtina civakî û biratiya gelan esas digire. Ji ber vê yekê, ev nêrîn ne tenê bo civakên misilman, belku bo hemû mirovahiyê yek ji çavkaniyên girîng ên şaristaniya demokratîk tê hesibandin.
Li hemberî krîzên kûr ên Rojhilata Navîn, şerên mezhebî, pevçûnên neteweperest û pêşbirkên desthilatdariyê, çareserî ne di xurtkirina zêdetir a nêzîkatiyên dewletparêz û hegemonîk de ye; belku di pêşxistina civaka demokratîk de ye. Perspektîfa Îslama demokratîk dikare di avakirina têgeha neteweya demokratîk de, ku tê de netewe bi nasname, bawerî û vîna xwe ya azad li kêleka hev dijîn, rolek û pareke girîng bilîze.
Li ser vê bingehê, bawer dikim ku nîqaş û encamên ku dê di vê konferansê de bên bidestxistin, dê alîkariya avakirina civaka demokratîk, jiyana hevbeş a gelan û pêşxistina pêvajoya “aştî û civaka demokratîk” a ku me daye destpêkirin, bike. Di xebat û hewldanên we de serkeftinê ji we re dixwazim.
Abdullah Öcalan»
Notek: Cenabe Ocelan em Xweda spas dikin ku we fam kir Ola Îslame (Îslam di cewhera xwe de, tevgereke mezin a heqîqeta civakî ye ku li ser bingehê nirxên azadî, dadmendî û wekheviya civaka exlaqî û siyasî hatiye avakirin.)werin zilma ku we li Îslame kirî bi gele kurdra bejin teniha me liser Îslame şaşî kiriya ew ciwan û cihelen ku we ji rê derxistin wan ber bi Îslame haqîda bibin Xweda lisaer taqsîre me hemûwa bibexê.
Your Comment