Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Serokê Parlamentoyê û Danûstandkarê Sereke yê Tehranê Mihemed Baqir Qalîbaf bersiva gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump da ku eger êrişên Hizbullahê li ser Îsraîlê li Libnanê berdewam bikin, careke din Îranê bombebaran bike.
Serokê Parlamentoyê û Danûstandkarê Sereke yê Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf li ser platforma “X’ê” peyamek da û got: “Ma ew nabînin ku eger gefên wan bandorek hebûya, ewê niha di rewşek wisa bêhêvî de nebûna? Em gefên Amerîkayî li ber çavan nagirin.”
Qalîbaf wiha domand: “Çêtire ku ew bala xwe bidin tiştên ku ew dibêjin. Hêzên me yên çekdar amade ne ku bi awayekî cûda bersiva wan bidin. Çi bêjin jî, em xwedî însiyatîfin.”
Di çarçoveyek têkildar de, medyaya Îranê ragihand ku tîma danûstandinê ya Îranê di danûstandinên Swîsreyê de bi Amerîkayê re ji bo nerazîbûnê li dijî daxuyaniyên Trump cihê civînê terk kir, lê malpera nûçeyan a Amerîkî Axios ev yek red kir.
Trump îro, gotibû ku eger Hizbullaha Libnanê pirsgirêkan derxe ew careke din Îranê bombe bikin.
Your Comment