25 June 2026 - 10:09
Source: kmr.abna24.com
Ayetullah Remazanî: Merasîma teşyîa cenazeyê rêberê şehîd, bû dîmeneke nû ya vejandina peymana gel bi çanda Aşûrayê re

Nûnerê gelê Gîlanê di Meclîsa Xebreganê( Şewirmendê)ya Rêberiyê de, bi amaje kirinê li merasîma teşyîa(Oxir kirina)cenazeyê rêberê şehîd got: Ev beşdariya mezin a gelî dikare bibe sembola nûkirina bey‘etê ya neteweya Îranê û ummeta Îslamî bi armancên Aşûrayê, berxwedanê û Şoreşa Îslamî re.

Li gorî ajansa nûçeyan a Ehlu’l-Beyt (S.X) – ABNA – Ayetullah Reza Remazanî, êvara Çarşemê 3’ê Tîrmehê 1405’an, di merasîma şînê ya şeva Aşûrayê de ku li Mizgefta Silêmandarab a Reştê hatibû lidarxistin, bi girîng nîşandanê li girêdana kûr a Aşûra û Xumê (Ghedîr) got: “Îslama Aşûrayî heman Îslama Xumî ye û Xum, temamkerê mîsyona Pêxemberê Ekrem (S) û danasînerê rêça imamet û rêberiyê di civaka Îslamî de ye.”

Sekreterê Giştî yê Komeleya Cîhanî ya Ehlu’l-Beyt (S.X) bi amaje kirinê li ayeta «El-yewm ekmeltu lekum dînekum we etmemtu aleykum ni‘metî» got ku: “Komela hukmên Îslamî bê imamê civakê bi awayekî temam nayên cihkirin; bêhêviya kafiran di roja Xumê de jî ev bû ku rêça hîdayet û imamet dê berdewam bike.”

Wî zêde kir ku peyama Xumê ev e ku baştirîn kes divê li ser desthilatdariyê bin; ji ber vê yekê Xwedê Emîrulmu’minîn (s.x), ku canê Pêxember (s.x.a), rastiya Qur’anê û nîşana dadperwerî, zuhde, zanîn û mêrxasiyê bû, wekî imam destnîşan kir.

Ayetullah Remazanî diyar kir ku her çend ev yek di dîrokê de bi tevahî pêk nehatibe jî, taybetmendiya Îslama Xumî ew e ku civaka Îslamî divê li ser bingeha şayestebûnê, dadperweriyê, zuhde û rêberiya Îlahî were rêvebirin.

Ayetullah Remazanî: Merasîma teşyîa cenazeyê rêberê şehîd, bû dîmeneke nû ya vejandina peymana gel bi çanda Aşûrayê re

Aşûra; Tecelliya Îslama Xedîr Xumî di Meydana Berxwedanê de

Ev mamosteyê hawze û zanîngehê bi diyarkirina ku Aşûra ji bo zindî mayîna Îslama Xumî pêk hat, got: “Îmam Huseyn (E) û hevalên wî yên dilsoz canên xwe pêşkêş kirin da ku rastiya Îslamê, imamet û welayetê di dîrokê de zindî bimîne.”

Nûnerê gelê Gîlanê di Meclîsa Xebreganê ya Rêberiyê de dewam kir ku: “Îslama Xumî li hemberî Îslama eşrafî, çavreşker, riyakar û nifaqparêz radiweste; Îslamek ku ne desthilatdar e û ne jî desthilatê qebûl dike, ne zordariyê dike û ne jî zordariyê diparêze.”

Wî bi te’kîd kir ku Îslama Xumî wateya alîkariya bindestan û li dijî mustekbiran rawestanê ye û zêde kir: “Aşûra rûmeta pratîkî ya vê rastiyê bû; rêgezek ku ne zulm hate qebûlkirin û ne jî li hember zulmê bêdengî hate kirin.”

Ayetullah Remazanî bi amaje kirinê li rola gel di çarenûsa civaka Îslamî de got: “Hînkirineke din a Xumê beşdariya gel di meydana berpirsiyariyê de ye. Aşûra jî nîşan da ku gelê bawermend û hişyar çawa dikarin di rêya parastina maf û rastiyê de rolek girîng bilîzin.”

Ayetullah Remazanî: Merasîma teşyîa cenazeyê rêberê şehîd, bû dîmeneke nû ya vejandina peymana gel bi çanda Aşûrayê re

Şoreşa Îslamî; Rawestana Li Hember Pergala Desthilatdariyê

Sekreterê Giştî yê Komeleya Cîhanî ya Ehlu’l-Beyt (s.x) bi amaje kirinê li rewşa cîhana Îslamê got: “Mixabin gelek welatên Îslamî ji ber desthilat û bandora pergalên kolonyalîstî nekarîne serxwebûna xwe ya rastîn biparêzin. Heke welatên Îslamî yekgirtî bûna, îro cîhana Îslamê dikaribû bibe yek ji hêzên mezin ên aborî, zanistî û siyasî yên cîhanê.”

Wî bi diyarkirina ku Îrana Îslamî bi bereketa rêberiya Îlahî û beşdariya gel bûye yek ji welatên herî bihêz ên cîhana Îslamê, zêde kir: “Îmam Xumeynî (RH) fêrî neteweya Îranê kir ku bi bawerî, îrade û piştgirîya hêza Xwedê mirov dikare li hember pergala desthilatdariyê raweste.”

Ayetullah Remazanî te’kîd kir ku: “Îrana Îslamî nîşan da ku li hember gef û heqaretan teslîm nabe û ev rawestan hêza derewîn a hêzên mustekbir di cîhanê de ket nav pirsê.”

Ev mamosteyê hawze û zanîngehê bi amaje kirinê li xwîna şehîdên berxwedanê got: “Wekî ku xwîna Seyîdûş-Şuheda (E) bû sedema zindîbûna Îslamê, xwîna serokê şehîdên berxwedanê jî bû sedema hişyarkirina gelan li çar aliyên cîhanê. Ev yek ne tenê misilmanan, lê gelek kesên ne-misilman jî ber bi rêya piştgirîkirina bindestan ve kişand.”

Ayetullah Remazanî: Merasîma teşyîa cenazeyê rêberê şehîd, bû dîmeneke nû ya vejandina peymana gel bi çanda Aşûrayê re

Teşyîa Cenazeyê Rêberê Şehîd Dikare Bibe Mezintrîn Teşyîa Dîroka Mirovahiyê

Ayetullah Remazanî di beşeke din a axaftinên xwe de, bi amaje kirinê li merasimên bîranîn û teşyîa cenazeyê rêberê şehîd got: “Hêj merasîma teşyîa cenazeya wî nehatiye kirin, lê çavên gelek kesan li Îran û cîhanê li ser vê merasimê ne û gelan bi heyecan in ku beşdarî vê xatirxwestina dîrokî bibin.”

Endamê Meclîsa Xebreganê ya Rêberiyê zêde kir: “Tê pêşbînîkirin ku di rojên pêş de li Tehran, Qum, Meşhed, Necef û Kerbelayê dîmenên mezin ên beşdariya gel pêk bên û ev teşyî ji nû ve bibe sembola bey‘eta neteweyê bi armancên Îslamê, Şoreşê û çanda Aşûrayê re.”

Sekreterê Giştî yê Komeleya Cîhanî ya Ehlu’l-Beyt (S.X) jî got: “Ev merasîm dikare bibe mezintrîn teşyîa dîroka mirovahiyê û bibê sedema guhertineke mezin a cîhanî.”

Wî bi amaje kirinê li meclîsên bîranînê ku li hin welatên Îslamî hatine lidarxistin, got: “Beşdariya deh hezar kesan di merasimên bîranînê de li Hindistanê û amadebûna berfireh a gel li Lahoreya Pakistanê nîşan dide ku ev tevger tenê merasîmek navxweyî nîne, lê nîşana hişyariya ummeta Îslamî û girêdana gelan bi eniya berxwedanê re ye.”

Ayetullah Remazanî di dawiya axaftina xwe de, bi bîranîna musîbeta Hazretê Seyîdûş-Şuheda (S.X) û tenêmayîna cenazeya pak a Îmam Huseyn (S) li Kerbelayê got: “Dema ku îro cenazeyên şehîdên şerê dawî bi rêzgirtin û beşdariya milyonan kesan tên teşyîkirin, cenazeya pak a Seyîdûş-Şuheda (S.X) sê rojan li Kerbelayê bê şûştin û bê kefen li erdê ma. Ji ber vê yekê Muharrema vê salê ji bo neteweya Îranê wateyeke kûrtir wergirtiye û rawestana li hember dijminan dê bibe sedema serkeftina dawî ya eniya Îslamê.”

Dawiya peyamê

Etîket:

  • Ayetullah Remazanî
  • Şeva Aşûrayê
  • Mizgefta Silêmandarab a Reştê
  • Sekreterê Giştî yê Komeleya Cîhanî ya Ehlu’l-Beyt (S)

Your Comment

You are replying to: .
captcha