Li gorî raporê ji Ajansiya Nûçeyan a Ehlebêyt (S) — ABNA—Di dema ku Sûriyê dikeve qonaxeke nû ya ji nû ve avakirina siyasî piştî hilweşîna Beşar Esed, tê payîn ku di demeke nêzîk de hilbijartinên nerasterast ên parlamentoyê li herêmên dawî yên bin destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bêne lidarxistin.
Lê belê, hûrgilîyên dabeşkirina kursiyan û rêkeftinên pişt perdeyê yên di navbera lîstikvanên siyasî de, ji niha ve pêlekeke rexne û nerazîbûna tund a aliyên Kurd ên Sûriyê derxistiye holê.
Li gorî agahiyên belavkirî, ji 15 kursiyên parêzgeha Hesekê, 10 kursî bi rêya hilbijartinê têne diyarkirin, 5 kursiyên din jî rasterast ji aliyê Ehmed Şera' , Serokê Demkî yê Sûriyê ve têne destnîşankirin.
Ji 10 kursiyên hilbijartî, tenê 4 kursî ji bo Kurdan hatine veqetandin; 2 ji bo Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), baskê siyasî yê QSD'yê, û 2 jî bo Encumena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) ku hevpeymaniya partiyên Kurd e û ji aliyê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê ve tê piştgirîkirin. Ev dabeşkirin bi reaksiyoneke neyînî ya berbiçav a ji aliyê tevgerên siyasî yên Kurd ve rû bi rû maye.
Di daxuyaniyeke hevbeş de, deh partiyên Kurd ên Sûriyê, Hikûmeta Demkî ya Şamê bi wê yekê tawanbar kirin ku bi zanebûn hêzên Kurd ên din paşguh kirine û ragihandine ku ew pişka ku ji bo Kurdan hatîye diyarkirin, ji qebareya rastîn a demografîk û siyasî ya wan li Sûriyê pir kêmtir e.
Endazeyariya Siyasî ji bo Astengkirina Piraniya Kurdan
Şîroveya dabeşkirina kursiyan destnîşan dike ku avahiya hilbijartinan bi awayekî hatiye sêwirandin ku Kurd nikarin piraniyeke siyasî bi dest bixin, tewra li wan herêmên ku piraniya Kurd lê ne.
Li Hesekê ku wekî girîngtîn herêma niştecihên Kurd ên Sûriyê ji aliyê hejmarê ve tê hesibandin, pişka Kurdan tenê %40 ê kursiyan e; pirsgirêkeke ku gelek çavdêr wekî beşek ji siyaseta hesabdarkirî ya hukûmeta navendî ji bo astengkirina avakirina desthilateke herêmî ya serbixwe ya Kurdan dibînin.
Li Kobaniyê ku dibe ku Kurd du kursiyên parlamentoyê bi dest bixin, tê payîn ku dabeşkirina kursiyan li ser bingehê hevsengiya neteweyî be, ango yek kursî ji bo nûnerekî Ereb û yek jî ji bo nûnerê Kurd.
Ev di demekê de ye ku pêkhatina demografîk a herêmên derdora Kobaniyê bi awayekî ye ku Ereb di hin waran de piraniya xwe heye û ev jî di hesabên hilbijartinan de hatiye berçavgirtin.
Berevajî vê, li Efrînê ku berê hilbijartin lê hatibûn kirin, serkeftineke temam ji bo berendamên Kurd derket, her sê kursiyên herêmê ji Kurdan derketin. Her wiha yek ji wan nûneran endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê ye, ku partiyeke nêzikî Tevgera Barzanî ye.
Lê belê, gelek çalakvanên siyasî yên Kurd bawer dikin ku serkeftina Efrînê zêdetir rûyî ye û guherîneke rastîn di hevsengiya hêzê de pêk nayîne.
Van bûyeran di demekê de ne ku berê şîrovekeran hişyarî dabûn ku pirsgirêka sereke ya hilbijartinên Sûriyê tenê bi şefafîyet an şêwaza rêvebirina wî welatî ve girêdayî nîne, belkû reh û rişeya wê di avahiya siyasî ya nû ya welêt de heye.
Li gorî şîroveyên niha, komên Kurd – çi nêzikî Partiya Demokrat a Kurdistanê bin yan jî serbixwe – di rewşa herî baş de dikarin nêzîkî 15 heta 17 kursiyan ji 210 kursiyên parlamentoya Sûriyê bi dest bixin, ango nêzîkê %7 ê hemî kursiyan.
Her wiha parêzgeha Suweyda ku navenda sereke ya niştecihên Dûrzên Sûriyê ye, tenê sê kursiyên parlamentoyê werdigire, ku ev jî wekhevî nêzîkê %1.5 ê hemî kursiyan e.
Di avahiyeke wusa de, Kurd û Dûrz dê bi awayekî bi bandor bûna kêmineyeke bêqîmet li parlamentoyê; û ev di rewşekê de ye ku di vê gavê de parlamentoxwe xwedî desthilateke sinordar li hember serokatiyê ye û roleke biryarder a di biryarên sereke yên welêt de nîne.
Bi berçavgirtina hemî nîşanan, diyar dibe ku hukûmeta Ehmed Şera' dixwaze rola Kurdan sinordar bike û hêdî hêdî wan di nav hêzê de bêkok û bêdest bike.
Dawiya peyamê.
Your Comment