Li gorî ajansa nûçeyan a navneteweyî ya Ehlulbeyt (s.x) - ABNA–Dezgeheke medyayî ya îsraîlî ragihand ku artêşa dagirker di dema operasyoneke leşkerî li parêzgeha Deraayê de, “telefoneke leşkerî ya nehênî” winda kiriye; bûyerek ku bûye sedema nîgeraniyê li ser îhtimala derketina zanyariyên hesas ên ku di wê amûrê de hatine tomarkirin.
Rojnameya îsraîlî ya “Yedioth Ahronoth” eşkere kir ku artêşa rejîma siyonîst di dema operasyonekê de li parêzgeha Deraayê, “telefoneke leşkerî ya nehênî” winda kiriye; rûdaneke ku bûye sedema nîgeraniyan li ser îhtimala derketina zanyariyên hesas ên ku di wê amûrê de hatine tomarkirin.
Li gorî raporta vê rojnameyê, ev bûyer li gundê Abedinê û di encama şerên çekdarî yên di navbera leşkerên rejîma siyonîst û nişteciyên herêmî de qewimiye. Van şeran bi teqandina guleyan ber bi baregeheke leşkerî ya îsraîlî li “Tel Qedne” dest pê kir û bi topavêj û avêtina rokêtan berdewam kir. Dûvre, êrîşên hewayî ji aliyê helîkoptereke leşkerî ve hatin kirin ku bû sedema revîna gelek nişteciyên vî gundî.
Li gorî nivîsa vê rojnameyê, yek ji leşkerên yedek, telefona xwe ya leşkerî di nav tevliheviya van bûyeran de winda kir û ev telefona han ketiye destê yek ji nişteciyên sûrî.
Leşkerê navborî ji rojnameya Yedioth Ahronoth re got ku artêşê zû hay ji windabûna telefonê bûye û ji bo pêşîgirtina li her cûre derketina zanyariyan, ji dûr ve ew qefilandiye. Wî ev bûyer wekî “xeter” pênase kir.
Windabûna vê “telefona leşkerî” li xaka Sûriyê, bûye sedema nîgeraniyên mezin li artêşa rejîma siyonîst, yên ku bi giranî ji derketina zanyariyên vê amûra “nehênî” bi fikar in.
Artêşa rejîma siyonîst bêyî ku amaje bi hûrgiliyên tedbîrên hatine girtin ji bo pêşîgirtina li eşkerekirina zanyariyan bike, ragihand: “Ev bûyer taybet e û tê lêkolînkirin û bi rêya kanalên pispor tê şopandin.”
Li hemberî vê, medyayên sûrî dîmenên ku çek û kelûpelên curbicur, di nav de dîmenên têkildarî telefona windabûyî, nîşan didin, belav kirin. Herwiha hat ragihandin ku hêzên îsraîlî di dema vekişîna xwe ji herêma “Tel el-Mexr” a li rojavayê parêzgeha Abedinê de, xurekên xwe li wir hiştine.
Hêzên îsraîlî roja duşemê şev bi nişteciyên gundekî li başûrê Sûriyê re ketin şer, ku bû sedema awarebûna demkî ya nişteciyên sûrî ji wê herêmê.
Hêzên îsraîlî ji dema hilweşîna rejîma Beşar Esed di Kanûna 2024an de li başûrê Sûriyê bicih bûne û rejîma siyonîst ragihandiye ku niyeta wê ya derketina ji vê herêmê nîne.
……………
Dawiya peyamê/
Your Comment