1 July 2026 - 12:54
Source: Kurd Press
Parlamentoya Herêmê ku nêzî du salin girtiye, dikeve bêhnvedana havînê!

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Ji îro ve parlamentoya Herêma Kurdistanê dikeve dema bêhnvedana werza havînê. Piştî hilbijartinê di parlamentoyê de tenê sonda yasayî hatiye xwarin, parlamentoya ku nêzî du salin gritye, 11 milyar dînar ji kîsê xelkê vê herêmê biriye û xwariye.

Li gorî rêziknameya navxweyî ya parlamentoya Herêma Kurdistanê, ji îro ve bêhnvedana havînê ya parlamentoyê destpê dike. Eger parlamento aktîv bûya, dê ev pêncemîn bêhnvedana wê ya di nav van sal û heşt mehan de buya, ango pênc caran bêhnvedan wergirtine. Ji ber ku li gorî rêziknameya navxweyî, çar mehan dewam dikin û du mehan jî dikevin bêhnvedanê.

Hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê, di 20’ê Cotmeha sala 2024’an de hatibû kirin û di 12’ê Sibata sala 2025’an de parlamentoyê yekemîn danişîna xwe pêk anîbû. Di wê demê de ku nêzîkî 20 mehin, civîn û danişîna wê tenê ji bo sondxwarina endamên wê bû, piştî wê fermanê heta niha parlamentoyê ti civîn û danişînek din pêkneaniye.

Parlamenterên herêmê ji xwe di bêhnvedanê de bûn û ti çalakiyeke nekirine. Lewma ji îro ve parlamenterên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bêhnvedanekê diçin nav bêhnvedaneke din. Di nav van 20 mehan de tu feydeya wan ji bo welatiyan çênebûye, tu pirsgirêkeke biçûk a xelkê çareser nekirine û karên hikumeta demborî jî ne şopandine.

Di nav van 20 mehan de parlamenteran 16 mûçe wergirtine ku mûçeyê wan ê mehane 8 milyon û 200 hezar dînarê Iraqiye, lê belê ji bo xanenişîniyê (teqawitbûn) û çend tiştên din hinek pere ji mûçeyê wan tê birîn û nêzîkî 6 milyon û 900 hezar dînar bi temamî ji wan re dimîne.

Her wiha parlamenterên vê dema niha ya parlamentoya Herêma Kurdistanê 15 mûçe wergirtine, 10 mûçeyên sala borî û pênc mûçeyên vê salê. Li ser vî bingehî di nav van 20 mehan de her parlamenterekî 103 milyon û 500 hezar dînar wergirtiye. Eger mûçeyê meha 6’an jî wergirin dê bibe zêdetirî 110 milyon dînar.

Mûçeyê tevahiya parlamenterên Herêma Kurdistanê ku hejmara wan 100 parlamenterin, dike 11 milyar û nêzîkî 40 milyon dînar. Lê belê du parlamenterên Komeleya Dadgeriyê neçûne parlamentoyê, lewma 10 milyar û 878 milyon dînar ji bo 98 parlamenteran tê xerckirin, ku ev mîktar tenê ji bo mûçeyê meha 6’ane.

Niha ku parlamenterên herêmê diçin bêhnvedana havînê û tu kar û çalakiyeke wan tune ye, rewatiya parlamentoya Herêmê dikeve bin pirsiyarê. Ji ber ku ev parlamento ti karek nekiriye, ne civiyaye, ne xwedî ti erk û rol bû. Lewma tenê 11 milyar dînar ji kîsê xelkê xwariye.

Aliyên siyasî yên herêmê ji ber daxwaz û berjewendiyên xwe parlamentoyê cemidandine û rê nadin endamên wan ji bo aktîvkirina parlamentoyê tevlî civîna parlamentoyê bibin.

Herwiha li gel vê, li nav aliyan gote goteyên dubarekirina hilbijartina parlamentoyê jî heye, lê belê ji ber bidawîbûna dema qanûnî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ev gav jî nehatiye bicihanîn.

Dawiya Nûçeyî/

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha